Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, salvegera 12emîn a damezirandina Radyoya Orkêş FM, li hemû hevkar, kedkar û birêveberên radyoyê pîroz dike.
Em ked û hewlên we yên mezin ên ji bo domandina vê satsyonê weke çireyeke medyayî ya heqîqetê, azadiya derbirînê û bawerbar, bi rêz dinirxînin.
We di van 12 salên borî de, rola xwe ya bingehîn di pêvajoya çapemeniya azad de îsbat kiriye û di gihandina dengê heqîqetê û rastiya jiyanê de hûn bi rolek çalak rabûne. Li hemberî hemû şert û mercên dijwar we dengê civakê û wijdana wê zindî hiştiye.
Em ji bo we her tim serkeftin û serfiraziyê dixwazin û hêvîdar in ku hûn di pêkanîna peyma xwe ya ragihandina azad de bi hêz û berxwedêr bimînin.