Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, şehîdên meha Cotmehê yên ku di salên cuda de, dema ku mîsyona xwe ya pîşeyî û mirovî pêk dianîn, gihaştine asta şehadetê, bi rêz û minedarî bi bîr tîne.
Ew girêdayî rastiyê bûn û bawer dikirin ku ragihandina heqîqetê berpirsiyariyek exlaqî û pîşeyî ye, ti xeterî jî nikare wê asteng bike.
Bi bîranîna hevkarên xwe, Eylûl Nûhilat, Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Seid Mihemed, Mihemed Reşo, Dilovan Gever û Wîdad Erdemcî re, em ne tenê navên wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin, lê di heman demê de soza xwe ya ji rastî û fedekariya wan re nû dikin.
Wan kamera û pênûsên xwe kirin şahidên rastiyê û bawer dikirin ku peyv û wêne emanet in, û veguhestina rastiyê berpirsiyariyeke ku bi şehadeta mirovan re bi dawî nayê. Berevajî vê yekê, ew rastî di bîr, wîjdan û hişmendiya nifşên bê de her tim zindî dimîne.
Şehîdên meha Cotmehê, dema ku erka xwe ya pîşeyî û mirovî pêk dianîn, bi xeteriyên mezin re rû bi rû man. Ji Kobanê heta Dêra Zorê, û ji Efrînê heta Serê Kaniyê, wan rûpelên fedekariyê di dîroka ragihandina azad de tomar kirin.
Tevî ku îro bi fîzîkî ne di nav me de ne, mîrateya wan hîn jî zindî ye û şahidiya li wêrekî, fedekarî û îsrara wan a veguhestina rastiyê û gihandina dengê gelên xwe ji cîhanê re, dike.
YRA, bi vê boneyê, soza xwe ya parastina azadiya çapemeniyê, pêşxistina nirxên pîşeyî, serxwebûna ragihandinê û parastina mafê civakê yê gihaştina agahiyan nû dike.
Her wiha, YRA tekez dike ku fedakariya şehîdan dê her tim di bîra giştî de zindî bimîne û wê bibe çirayek ronahîdar ji bo xurtkirina nirxên azadî, edalet, ragihandina berpirsiyar û wêrek.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
12 Cotmehê 2026