Di 30ê Tebaxê de, Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên bi Zorê Hatine Windakirin tê bi bîranîn. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye destnîşankirin da ku yek ji binpêkirinên herî giran ên mafên mirovan, sûcên li dijî mirovahiyê ronî dike û êşa hezaran malbatan ku di navbera hêviya dîtina xizm û zarokên xwe û tirsa windabûnê de dijîn, careke din bîne bîra me.
Bi vê boneyê re, bangên ji bo ronîkirina çarenûsa rojnamevanê Sûrî, hevkarê me peyamnêrê Kanala Rûdawê Ferhad Hemo, jî careke din tên nûkirin. Ferhad Hemo di sala 2013an de, dema ku li gundewarên Qamişlo erkên xwe yên ragihandinê pêk dianîn, ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatiye revandin. Ji wê demê heta îro, çarenûsa wî hîn jî ne diyar e.
Di heman wextê de, doza rojnamevan Ehmed Polad jî careke din tê bîranîn. Nêzîkî heşt mehan e ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye girtin û bi zorê hatiye windakirin. Heya niha, agahiyeke zelal li ser rewşa girtina wî tune ye û çarenûsa wî jî ne diyar e.
Windakirina bi zorê ne tenê binpêkirina mafê kesane ya azadî û ewlehiyê ye, lê di heman demê de dikare bibe amûreke çavtirsandinê û bêdengkirina dengên azad, tepeserkirina azadiya derbirînê û astengkirina karê çapemeniyê.
Heta ku çarenûsa qurbaniyên bi zorê hatine windakirin ne diyar be, tawan berdewam dike.
Bi vê boneyê, em bi lezgînî daxwaz dikin ku çarenûsa hemû rojnamevanên li seranserê cîhanê, û bi taybetî yên li Sûriyeyê ku bi zorê hatine windakirin, di nav de rojnamevan Ferhad Hemo û Ehmed Polad, tavilê were eşkerekirin. Herwiha, mafê malbatên wan were misogerkirin ku rastî û çarenûsa xizmên xwe bizanin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA