YRA Bi Rojnamevanên Kobanê Re Pêşeroja Çapemeniyê Kurd Li Sûriyê Nîqaş Dike

0 24

Kobanê – Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, li Kobanê civînek bi rojnamevanên herêmê re li dar xist. Di civînê de, pêşeroja çapemeniya Kurd li Sûriyê, zehmetî û astengiyên li ber sektora çapemeniyê, taybet di çarçoveya pêşketinên siyasî û ewlehî yên li herêmê de, hatin nîqaşkirin.
Civîn bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Giştî ya YRA li Kobanê, Mihemed Mustefa, dest bi axaftinê kir. Mustefa di gotina xwe de behsa hewldanên YRA yên vekirina rêyên danûstandinê bi Dîmeşqê re kir ku girêdayî pêşeroja karê yekîtiyê û berdewamiya wê ye.
Mustefa di gotara xwe de tekezî li ser erka YRA ya parastina mafên rojnamevanan ku bi azadî karê xwe bi cih bînin, kir û pêwîstiya garantiya heyamekî azad ku rojnamevan peywirên xwe serbixwe pêk bînin.
Beşdarvanên civînê rewşa rojnamegeriya Kurd li Sûriyê û asoyên pêşeroja wê nîqaş kirin û bal kişandin ser zehmetî û astengiyên li ber rojnamevanan, taybet piştî guhertinên siyasî û ewlehî li Sûriyê û pêvajoya entegrasyonê.
Her wiha, civînê di nav van pêşketinan de rola YRA ya pêşerojê, şêwazên birêxistinkirina ragihandina Kurdî û parastina rola wê, mekanîzmeyên parastina rojnamevanan û gerantiya mafên wan ên pîşeyê ji bo ku bi azadî û serbixwe kar bikin, bi bîr xist.
Beşdarvanên civînê gurzek pêşniyarên ji bo pêşxistin û birêxistinkirina pîşeya ragihandina Kurdî, xurtkirina rola wê û derbaskirina zehmetî û astengiyên li ber kedkarên vê qadê ne, pêşkêş kirin.
Di dawiya civînê de, biryar hat dayîn ku pêşniyar, têbînî û zehmetiyên ku beşdaran tesbît kirine, bo Rêveberiya YRA werin şandin, da ku werin nîqaşkirin û bi aliyên pêwendîdar re werin rojevkirin, û li ser çareseriyên guncaw ên parastina mafên rojnamevanan û gerantiya pêşxistina ragihandina Kurd li Sûriyê xebat werin kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.