YRA Sêyemîn Salvegera Şehadeta Hevkarê Xwe Necimeldîn Sînan Bi Bîr Tîne

0 46

Îro sêyemîn salvegera şehadeta hevriyê me Necimeldîn Sînan ku di 23 Tebaxa 2023an de, di encama êrişeke dewleta Tirk li ser otombîla JinTV ser rêya Qamişlo – Amûdê de, şehîd bû. Di êrişê de hevakara wî Delîle Egîd jî bi giranî birîndar dibe.
Bi vê boneyê em bi wefedarî û rêzdarî hevriyê xwe Necimeldîn Sînan û hemû hevkarên me yên rojnamevan ên ku heqîqet bi giyana xwe feda kirine, dengê civakê bilind kirine, buyer û rûdan bi berpirsiyarî û pîşeyî belge kirine û li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina peyva azad û nixumandina rastiyan li ber xwe dane, bi bîr tînin.
Em tekez dikin ku hedefgirtina rojnamevanan binpêkirinek eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê, peyman û qanûnên navneteweyî yên mafên rojnamevan diparêzin e. Her wiha em di van êrîşan de hewldanek bi zanebûn a nixumandina dengê civakê û rêgirtina li ber rola ragihandina a eşkerekirina rastiyan dibînin.
Bi vê boneyê em soza xwe nû dikin ku rêya hevakrên xwe yên şehîd hilbijartine bidomînin, peyma çapemeniya azad a ragihandina rastiyê û belgekirina bûyeran û mafên rojnamevanan biparêzin ku bê tirs û gefan bixebitin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.