Daxuyanî ji bo raya giştî…

0 33

 

Bi boneya Roja Şehîdan, em şehîdên Ragihandina Azadî yên ku di dema pêkanîna erkên xwe yên pêşeyî û mirovî ji bo veguhestina rastiyê de jiyana xwe feda kirine, bi serbilindî bi bîr tînin ku ew ên ji bo xizmeta hişmendî û azadiyê, temsîla wateya herî berz a wêrekî û fedekariyê dikin.
Şehîdên Ragihandina Azad bi dilsoziyeke mezin peyama çapemeniya azad hilgirtin. Tevî xeterî û dijwariyên giran ên di xebatên rojnamegeriyê de, dîsa jî hewl dan êşê belge bikin, rastiyê vebêjin û dengê heqîqetê bigihînin.
Bîranîna hevkarên me yên pakrewan ne tenê boneyek sembolîk e, lê belê nûkirina sozê û dilsoziya bi rêya wan a bi xwîna pak hatiye avdan re ye. Di heman demê de li hemberî tarîkirin û destpotiyê, parastina ragihandina pîşeyî û azadiya çapemeniyê ye.
Em, YRA pabendiya xwe ya bêdawî bi nirxên rastiyê û parstina azadiya çapemeniyê ku bingehên stûn ên her civaka demokratîk in, piştrast dikin. Di heman demê de em tekezî li ser girîgiya parastina rojnamevanan û misogerkirina ewlehiyan wan, di nav hemû şert û mercan de, dikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
18 Gulan 2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.