YRA Ji Bo Malbat û Hevkarên Şiyar Soro Re Sersaxiyê Pêşkêş Dike

0 16

Bi xemgîniyek mezin, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, nûçeya koça dawî ya rojnamevan, hunermend û derhêner Mûsa Alo (Şiyar Soro) pêşwazî kir ku li paytexta Rûsyayê, Moskoyê, di encama rêwîtiyeke tijî xebat û fedakarî de, ku zêdetirî bîst salan di warê ragihandina azad de dom kiribû, ji nav me koç kir.

Rêheval Soro şopeke balkêş di dîroka ragihandin, çend û hunera Kurdî de hişt. Her wiha bi rêya bername û berhemên xwe, rolek girîng di tomarkirina bîra gelê Kurd û dozên wî de lîst.

Bi vê boneya xemgîn, YRA, di serî de ji bo malbat, xizm, hezkiriyên wî, hevakarên rojnamevan ên Çira TV, hemû kedkarên wê, tavayî malbata çapemeniya azad re sersaxiyên xwe pêşkêş dike.

 

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

6/11/2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.