Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê MKG, ragihand ku serlêdanên ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gurbetellî Ersoz dê di navbera 8’ê Hezîranê û 25’ê Îlonê de werin qebûlkirin.
Serlêdanên ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan ên Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, dest pê kirin. Serlêdan dê di navbera 8’ê Hezîranê û 25’ê Îlonê de bên qebûlkirin.
MKG’ê bi daxuyaniyek li ser hesabên xwe yên tora dîjîtal bang li rojnamegerên jin kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev banga me ji bo rojnamegerên jin ên şahidiya demê dikin e. Serlêdanên 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz a 2026’an ku dilê dane rastiyê dest pê dikin. Serlêdan wê di navbera 8’ê Hezîranê û 25’ê Îlonê de bên kirin.”