Şandeya Ragihandinê Ya Başûrê Kurdistanê Beşdarî Çalakiya Roja Rojnamegeriya Kurdî Dibe Û Peymaneke Lihevkirinê Bi YRA Re Îmze Dike

0 14

Roja Sêşemê 21 Nîsana 2026`an, di çarçoveya xurtkirina qada çapemenyê de, Serokê Navenda Mîtro ya Parastina Mafên Rojnamevanan Rehman Xerîb, nivîskar û rojnamevan Mihemed Raûf ku xelata Şehîd Mazlûm Bagok a Kedê li ser asta Kurdistanî wergirt, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî serdana Yekîtiya Ragihandina Azad YRA li Qamişlo kirin.
Şandeya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hevserokên YRA; Idrîs Henan, Evîn Îbrahîm û jimarek hevkarên qada ragihandinê ve hatin pêşwazîkirin.
Piştî vehesînek çend saetan, di saetên êvarî de, bi amadebûna jimarek rojnamevan û Hevserokên YRA, hevdîtinek bi mêvanan re hate lidarxistin.
Roja 22 Nîsanê; di salvegera 128`emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî de, şahiyek ji aliyê YRA ve li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê hat lidarxistin. Gelek rojnamevan, nivîskar, kesayetên qada çapemeniyê de naskirî û wekîlên wan, sazî û kedkarên qada ragihandinê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de, hevakarê me yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Raûf xelata Ş. Mazlûm Bagok a Kedê li ser asta Kurdistanî wergirt.
Roja piştî şahiyê, bi serpereştiya YRA, şandeya rojnamevanan serdana malbata Şehîd Ziyad Heleb kir. Di saetên piştî nîvro de jî, serdana navenda Kanala Ronahî TV kir. Li wir jî; ji aliyê rêveberiya Ronahî TV ve hate pêşwazîkirin û hevdîtinên cuda bi endamên şandeyê re hatin kirin.
Di rûniştina bi rêveberiya Kanalê re, nîqaşên gelek girîng li ser realîteya çapemeniya Kurd hatin kirin.
Piştre jî şandeyê torek li navenda Ronahî TV avêt taybet li cihên ku rastî şewatê hatine.
Di saetên êvarî de, berî ku şandeya Başûrê Kurdistanê vegera cihê lê dimînin, torek li bajarê Qamişlo avêt û serdana çerxeriya Efrîn – Nebî Horî kir û li wir jî çend wêneyên bîranînê wergirtin.
Di çarşoveya bernameya serdanan de, di 24 Nîsanê de, şandeya Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtinên cuda bi kesayet û berpirsên Rêveberiya Xweser re li dar xistin û dozên çapemeniyê bi berfirehî pê re nîqaş kirin.
Di heman rojê de, YRA û Serokê Navenda Mîtro li hev kirin ku Peymana Hevkariyê bi hev re îmze bikin û roja dîtir bi kongreyeke rojnamevaniyê were eşkerekirin.
Di 25 Nîsanê, roja Şemiyê de, YRA û Serokê Navenda Mîtro ya Parastina Mafên Rojnamevanan Rehman Xerîb, li navenda YRA kongreya çapemeniyê li dar xistin û li ber raya giştî Peymana Hevkariyê îmze kirin.
Armaca vê Peymanê xurtkirina hevkarî û hervrêziya navbera rojnamevanên Kurdistanê, pêşxistina pisporiyan û parastina mafên kedkarên qada çapemeniyê ye.
Girîngtirîn xalên Peymanê; parastina mafê derbirînê û çapemeniyê, pêşxistina jêhatiyên rojnamevanan bi rêya perwerdê, piştgiriya li tevlîbûna çalakiyên ragihandinê, misogerkirina mafê xwegihandina agahiyan, pêşî li gotarên kîn û nefertê girtin û pêşkêşkirina piştgiriya hinêr û pîşeyî.
Heman rojê, piştî kongreya çapemeniyê, şandeya Başûrê Kurdistanê serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir û beşdarî merasîma heşt cangoriyan bû, di heman demê de serdana gora Şehîd Mazlûm Bagok kir.
Piştî wê jî, şandeyê berê xwe da bajarê Amûdê û serdana navenda Kanala Alyoum TV kir û bi rêvebir û endamên kanalê re, cuda cuda hevdîtin kir.
Roja Yekşemê di 26 Nîsanê de, şandeya ku ji Serokê Navenda Mîtro ya Parastina Mafên Rojnamevanan Rehman Xerîb û rojnamevan Mihemed Raûf ve pêk dihat, serdana xwe ji Rojavayî Kurdistanê re bi dawî dike û di saetên sibehê de, piştî rêzehevdîtin û çalakiyên piştgiriya karê hevbeş ê ragihandina azad, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.