Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê tekez dike ku ragihandina serbixwe kevirkoşeya civaka demokrtîk û bingeha misogeriya zelalî, lêpirsîn, dadmendî û rêzgirtina li mafên mirovan e.
Ev roj di demek wisa de hatiye ku nîşaneyên azadiya çapemeniyê li cîhanê bi awayekî giran paşve çûne. Binpêkirinên li dijî rojnamevanan, ji girtinên keyfî, darizandin û terorkirinê bigire, heta armancgirtinên rasterast ên demên kirîz û mêtingan de were. Ezmûnên heyî, bi taybetî li herêmên pevçûnan, nîşan didin ku hikûmet ji bo çapemeniyê sînordar bikin û belavkirina agahiyan jî kirîmînalîze bikin, yasayên awarte bi kar tînin.
Li herêma me, bi taybetî li Sûriyê, Îraq, Îran û Tirkiyeyê, rojnamevan di rewşekê de ne ku rê li ber ragihandina pîşeyî ya azad û ewle tê girtin. Ew bi binpêkirinên cidî yên weke girtin, revandin û gefxwarinê re rûbirû ne.
Ev kiryarên han ne tenê li dijî rojnamevanan in, lê belê li dijî mafê civakê ya gihîştina zanyariyê ne. Di heman demê de danûstandina giştî lawaz dikin û şiyana çareserkirina pirsgirêkên hevpar sînordar dikin. Ragihandina azad ne lûks e, lê belê pêdiviyeke geşpêdana domdar û avakirina aşîtiyê ye.
Ser vê bingehê YRA banga parastina rojnamevanan, her wiha daxwaza gerantîkirina azadiya çapemeniyê û parastina mafê xwegihandina agahiyan jî dike. Di heman demê de, ew bang li darizandina binpêkeran û eşkerekirina çarenûsa hevakrên bi zorê hatine windakirin dike.
Di vê rojê de, hemû hevkarên xwe yên rojnamevan li Sûriyê û cîhanê silav dikin û tekez dikin ku her hewldanek bêdengkirina rastiyê, windahiya civakê bi giştî ye. Parastina azadiya çapemeniyê, parastina mirov û heqîqetê ye.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
3 Gulan 2026