Rojnamevan Mîrlla Di Mitînga “Qanûn û Rûmet”ê De Rastî Êriş Û Tadeyan Tê

0 17

Rojnamevan Mîrlla Abû Şeneb, duh roja Înê, dema ku Mitîna (Qanûn û Rûmet) li qada Yûsif Alezma ya paytexta Sûriyê Şamê dişopand, rastî êrişan hat.
Bi dehan şêniyên Dîmeşqê, duh roj Înê, ji bo daxwazên reforên aborî û jiyanî, daketin qadan û çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Beramberî wan bi dehan alîgirên hikûmeta veguhêz jî derketin û hewl dan bi zorê girseya gel belav bikin.
Li gorî hinek alavên ragihandinê û çalakvanan, rojnamevana bi navê Mîrlla Abû Şeneb ji aliyê kesên bi ser hikûmetê ve, rastî tade û êrişan hat û mobaila wê şikandin ku nikaribe êrişa li ser çalakiyên bi awayekî zindî bele bike.
Rojnamevan Mîrlla, piştî demekê li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebook`ê got; ev vegerîm malê, ji dema tadeyê ta niha ez ne baş im. Tade, lêdan û heqareta li ser min û şikandina mobaila min, pir zelal di weşana zindî de eşkere bû.
Di derbarê hemleyên soşiyal medya yên teşîrkirinê de jî, Mîrlla xuya kir ku ew ê piştre li ser biaxive. Her wiha diyar kir ku hinek rûpel wêneya wê bi kar tînin û li ser navê wê jî tiştên derew dibêjin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.