Yekîtiya Ragihandina Azad Yek Ji Pêşengên Xwe Huseyîn Aykol Oxir Dike
Bi xemgîniyek mezin, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, nûçeya koça dawî ya rojnamevan û nivîskar Husên Aykol ku duh sibeha borî de li paytexta Tirkiyê Enqerê, piştî têkoşînek dirêj bi xwînrêjiya ser mejî re koça dawî kir.
Koça dawî ya Huseyîn Aykol windahiyek mezin ji ragihandin azad re ye. Tevî hemû zextan, bi biryardariyek pir mezin erk û nameyên xwe yên rojnamegeriyê berdawam kirin. Piraniya jiyana xwe ji bo parastina ragihandina azad û heqîqetê terxan kir. Xwedî rola bingehîn di pêvajoya pêşketina ragihandina azad de bû. Binpêkirin û kiryarên li dijî gelê xwe belge kir û bi raya giştî re parve kir. Mînakê pabendiya bi exlaq û nameya ragihandina azada re bû.
Hevrê Huseyîn Aykol dengê bilind ê heqîqetê û qêrîna ronahiyê di rûyê tarîtiyê de bû. Giyana xwe jî di vê oxirê de feda kir.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, sersaxiyê ji malbata hevrê Huseyîn Aykol, xizm, heval, hevalên wî û bi giştî qada çapemeniyê re dixwaze, soz dide wî û hemû pêşengên çapemeniya azad ku mîrata têkoşînê û bîranîna wan bi wefedarî biparêze.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
2 Çileya 2026