Dirbêsiyê FM… Deh salên Ragihandina Azad Di xizmeta Civak û Rastiyê de
Em deh salên damezirandina Radyoya Dribêsiyê FM li xwe û hemû hevrê, kedkar û rêvebirin Dirbêsiyê FM pîroz dikin ku ji roja yekem ve misyona xwe wekî dengekî berpirsiyar ji bo aşîtî, ewlehî û bîreweriya civakê parastiya û bûye kevirê bingehîn di yapiya avakirina civakê de.
Dirêbêsiyê FM rolek berbiçav di veguhestina heqîqetê, xurtkirina binyadên ragihandina azad, tekûzkirina nirxên wekhevî, azadî, û demokrasiyê de lîstiye. Li dijî nefret û sorkirinê, xîtabek giştî ku çandia diyalogê û biratiya gelan tekûz dike bi kar aniye, taybet jî di vê pêvajoya çarenûsî ya ku Sûriyê pêkhateyên wê tê re derbas dibin.
Bi vê boneyê em bi serbilindî û wefedarî fedayetiyên gewre yên şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin ku hilgêrên nameya rastiyê yên di oxira heqîqetê û xizmeta civakê de jiyan xwe feda kirine. Fedekariya wan wê bimîne çireya ku rêya ragihandina azad ronî dike.
Rêz û spasî ji ekîpa Dirbêsiyê FM re, ji bo bicihanîna erkên xwe, em dewama serkeftinê ji we re dixwazin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
1 Çileya 2026