55 Rojnamevanên Filistînî Sala 2025an Hatin Kuştin

0 25

Li gorî Komeleya Rojnamevanên Filistînî, 55 rojnamevanên filistînî bi gule û fûzeyên artêşa Îsraîlê, sala 2025an, hatine qetilkirin. Li gorî komeleyê jî jimara rojnamevanên ji destpêka şerê Gezayê ve, 2023`an, hatine qetilkirin gîştiye 257an.
Li gorî duxuyaniyek Komeleya Rojnamevanên Filistînî, binpêkirinên artêşa Îsraîlê di sala 2025`an de yên li dijî rojnamevanan, gihane asteke metirsîdar û gelek xeter. Di encamê de him rojnamevan û him jî saziyên ragihandinê li gorî siyasetek birêkûpê hatine hedefgirtin.
Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê jî kir ku di heman salê de, rayedarên Îsraîlê ji destpêka şer ve bi zorê sê rojnamevan wendakirine û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Leave A Reply

Your email address will not be published.