YRA Li Şamê Beşdarî Rûniştina Dawî Ya Projeya “Bi Hev Re Ji Bo Aşîtiya Sivîl û Hevgirtina Civakî” Dibe

0 20

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA Evîn Îbrahîm, duh roja Şemiyê li Şamê, li kêleka çalakvan, rojnamevan, hiqûqnas û nûnerên saziyên civaka sivîl û desthilatên xwecihî, beşdarî rûniştina dawî ya projeya “bi hev re ji bo aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî” bû.
Rûniştina ku piştî gelek rûniştinên diyalogê û komxebatên li Şamê, Heleb, Îdlib, Hesekê, Reqa, Beravê û Başûrê Sûriyê hatibû lidarxistin, aşîtiya sivîl û ji bo hemû pêkhateyan afirnadina qadên ewle ji diyalogê re, nîqaşkirina astengiyên civakî û vesazkirina nerînên hevbeş ku piştgiriyê bidin rêyên dadweriya veguhêz û aramiyê, armanc dike.
Di beşa yekem a rûniştina li Şamê de; dadweriya veguhêz û rola civaka sivîl di pêşvebirina wê de, mekanîzmayên lihevhatina civakî, gerantiya lêpirsîn û hesabxwestinek giştî û pişgiriya qurbaniyan hatin nîqaşkirin.
Di beşa duyem de jî li ser rêyên têkoşîna li hemberî xîtabên nefretê, rola ragihandinên fermî û nefermî di hilberandina xîtabekî neteweyî ya giştî ku dikare aşîtiya sivîl biparêze û jiyana hevbeş tekûz bike, nîqaş hatin kirin.
Dîsa jî girîngiya hevkariya navbera sazî û dezgehên civaka sivîl, çalakiyên olî û desthilatên xwecihî di vî warî de hatin nîqaşkirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.