Desteya Birêvebir A YRA Civîna Xwe Ya Çaremîn Li Dar Dixe

0 23

Desteya Birêvebir a YRA, duh roja Duşemê, bi amedebûna du sêyên endaman, civîna xwe ya çaremîn a birêkûpêk li dar xist.
Pişt deqeyek rêzgirtinê, rewşa siyasyî û pêşketinên li herêmê û cîhanê û asta bandora wan li ser pêvajoya pêşxistina ragihandinê hatin nirxandin.
Civînê bal kişand ser asta bilindbûyî ya xîtaba nefretê li Sûriyê û hişyar kir ku dê tesîrek neyînî li aşîtiya sivîl û hevgirtina civakî li Sûriyê bike. Her wiha îşaret pê hate kirin ku; eger ev nêzîkatî, taybet li ser platformên fermî, dewam bike, dê pêşeroja aramî û ewlehiya Sûriyê bixe xeteriyên cidî û gumanan çêdike ku ev pêvajo bi destwerdanên hundir û derve têye birêvebirin.
Civîna Desteya Birêvebir a YRA tekezî li wê yekê kir ku; divê ragihandina azad bi rolek pêşeng li hemberî van pêlên nefret û sorkirinê rabe û xwedî altirnatîfeke bi hêz a çapemeniyê be ku hemû Sûriyeyiyan di bin sîwaneke neteweyî de bîne gel hev.
Di civînê de raportên komîteyan hatin xwendin û nîqaş li ser kar û çalakiyên nava herdu civînan de hatin kirin. Endaman di nîqaşên xwe de bal kişandin ser astengî û skendalên li ber karê rojnamegeriyê û karê bûye jî, heya astekê weke baş hate nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Birêvebir a YRA mehê carekê civîna xwe ya birêkûpêk li dar dixe ku têde raportên mehane, nirxandina kar û plansaziya kar û çalakiyên meha pêş de werin kirin, nîqaş dike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.