Rojnamevanên Bêsînor Zîndankirina Rojnamevanan Li Cezayîrê Şermezar Dike
Rêxistina Rojanmevabên Bêsînor biryara dadgeheke Cezayîrê ku rojnamevanê Firansî Kirîstof Gilîz 7 salan zeza dike, şermezar kir û tekez kir ku Gilîz tenê bi karê xwe radibû.
Ji aliyê xwe ve, dadgeha temyîzê cezaya 7 salan li ser rojnamevanê Firansî Gilîz ku ji Hezîrana derbasbûyî ve bi tawana “pesinkirina terorê” hatiye girtin, erê kir.
Hêjayî zanînê ye ku dozgeriyê jî herî kêm cezaya 10 salan ji rojnamevanê Firansî Gilîz re daxwaz kiribû û digot ku ew ne ji bo karê rojnamegeriyê hatiyê, lê belê ji bo kiryarekî dijminane hatiye.
Rojnamevanê werzîşê ê Firansî Kirîstof Gilîz ji herdu megazînên So Fot û Sosaytî yên girêdayî girûpa SoPress re dixebitî. Ji bo raporekî li ser Klûba werzîşê ya Ciwanên Qabîleyan amade bike, di Gulana 2024an de serdana Cezayîrê kir. Lê di 28 Gulana heman salê de, li bajarê Tîzî Wizo hate binçavkirin û bi tawanên; bi vîzeya geştiyariyê ketiye welêt, pesindkirina terorê, belevok û belgeyên propaganda ku dikarin ziyanê bidin berjewendiya neteweyî dihewîne, kete bin çavdêriya dadwerî.
Rêxistina Ronamevanên Bêsînor îşaret pê kir ku; ti bingeheke wan tawanan nîne û ne rast in. Hemû jî pala xwe didin wê yekê ku Gilîz salên 2015 – 2017an bi serokê Klûba werzîşê ya Tîzî Wizo ya fotbolê re ku wê çaxê di nav Tevgera Diyarkirina Çarenûsa Herêma Qebîleyan – Mak de bû jî, ya ku hikûmeta Cezayîrê ji sala 2021an weke teror îlan kiriye, ketiye nav têkîliyê.
Rêxistinê tekez kir ku ev herdu têkîlî jî berî biryara hikûmetê bi demek dirêj pêk hatine û piştrast kir ku tekane têkîlî sala 2024an di çarçoveya amadekirina raporteke rojnamevanî li ser Klûba Ciwanên Qebîleyan bû ku Gilîz ew tişt jî hîç înkar nekiriye.
Gilîz tekane rojnamevanê Firansî ku li derveyî welatê xwe hatiye zindankirin. Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Karê Derve ya Parîsê Xemgîniya xwe ya kûr ji ber piştraskirina cezayê anî ziman û banga serbestberdanê Gilîz a lezgîn kir ku bilez vegere nava hezkiriyên xwe.