Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) nivîskar û rojnameger şehîd Seyîd Evran, di 2’yemîn salvegera şahadeta wî de, li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bi bîr anî. Di hola parkê de wêneyên şehîd Seyîd Evran hatin daliqandin, li jêr wêneyên wî gul, kamereyek û mûm hatin danîn.
YRA’yê proşorek li ser jiyan, ked û xebata şehîd Seyîd Evran û nameya wî ya dawîn a bi navê “Ber bi Rêwîtiya Dawî ve” li beşdaran belav kir. Nivîsa li ser jiyan, ked û xebata wî di bin gotina Seyîd Evran a “Divê em karê xwe hîs bikin û nivîsên xwe bidin jiyîn, divê em di nava gel de bin, li kolan û taxan bigerin” de hat nivîsîn.

Rêveber û endamên YRA’yê, sazî û dezgehên ragihandinê, endam û rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Saziya Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişloyê, hevrê û şagirtên şehîd Seyîd Evran beşdarî bîranînê bûn.

Hevseroka YRA’yê Evîn Îbrahîm bixêrhatina beşdaran kir, şehîd Seyîd Evran bi bîr anî û sersaxî ji malbatê re xwest.
Piştî kêliyek rêzgirtina ji giyanê şehîdan re merasîma bîranînê dest pê kir.

Şêwirmendê YRA’yê Bunyad Cizîrî axivî, Şehîd Seyîd Evran bîr anî û soza şopandina rêya Seyîd Evran da. Bunyad Cizîrî qala welatparêziya malbat û kesayeta şehîd Seyîd Evran kir û got: “Heval Seyîd Evran lêkolîn û lêgerîna xwe li ser rastiya gelê Kurd û doza Kurd meşand. Kesateyek şoreşger bû. Yek ji qadên ku heval Seyîd Evran lê kedek mezin da jî Rojavayê Kurdistanê bû. Tevayî tecrûbe û zanista xwe bi ciwanan re parve kir. Li Rojava mîrateyek rojnamegeriyê nebû, heval Seyîd û hevalên weke wî xebatên ragihandinê da destpêkirin. Niha jî heval û şagirtên wî kamera û pênûsa wî rakirine û xebata wî didomînin.”

Der barê jiyan û têkoşîna şehîd Seyîd Evran de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê Endama Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) rojnameger Stêrk Gulo axivî û got: “Heval Seyîd li ku bû civat û heqîqet li wir bû. Yek ji hevalê ku hişt ez ji rojnamegeriyê bikim heval Seyîd bû. Heval Seyîd hişek me yê mezin bû, stûnek me yê girîng bû. Windakirina wî windahiyek pir mezin bû. Dema min li Rojava dît, min lê nêrî ku ji min zêdetir Rojava nas dike. Ji gel hez dikir. Heval Seyîd Evren generalê herî mezin ê Apê Mûsa ye. Ew bû rastiyek ê Kurdistanê û ji me re mîrateyek herî mezin hişt. Em jî soz didin wî ku şopdarên wan bin û sozdayîn pêkanîn e.”

Li ser navê malbatê xwarziya şehîd Seyîd Evran, Sara Evran axivî û got: “Pir bi şans im ku hevala heval Seyîd im. Bê şansi m ku min pê re jiyan nekir. Min nivîsên wî xwendin, ez jî şagirtima wî me. Ne şert e ku mirov bi yekî re bijî. Ji bo ez valahiya nasnekirina wî derbas bikim, ezê hertim bibin rêhevala wî.”
Sara Evran nameya dawî ya şehîd Seyîd Evran ji beşdaran re xwend.

Piştre yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah ku rêhevala şehîd Seyîd Evran ye axivî û got: “Ez yek ji wan kesan bû ku rêhevala heval Seyîd bûn. Me 2004’an hevdû nas kir û ez bi xwe di xebatên ragihandinê de bûm. Min hertim jêre digot Xoce. Di kêliyên ku şehîd ket jî silav şandin. Hinek heval xebatên heval Seyîd dimeşînin, ez jî di nava xebatên parastinê de me. Me hertim ew li kêlka xwe dît û me dizanî dê hertim vê têkoşînê zindî bihêle û biparêz e. Ez jî soz didim ezê hertim parêzvanê vê xebatê bim û domdarê rêya te bim”.

Piştî axaftinan, endamên Koma Botan Nesîn Botan û Danîş Botan her yekî stranek diyarî bîranîna şehîd Seyîd Evran kirin.

Piştre beşdar çûn cem gora şehîd Seyîd Evran a Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan. Mûm danîn ser gora Şehîd Seyîd Evran û stranên bi zaravayê Kurmanckî Kurdî ku Şehîd Seyîd Evran jê hez dikir pê xistin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî. Mihyedî Hesen tevayî şehîdên azadiyê bîr anî û got: “Em nikarin bi axaftinan heval Seyîd Evran bînin ziman. Em sersaxî ji malbat wî re dixwazin. Heval Seyîd kedeke mezin li herçar parçeyên Kurdistanê da û mirateyek bi rûmet li pey xwe hişt.”
Şêwirmendê YRA’yê Bunyad Cizîrî şehîdên ragihandina azad û tevayî şehîdên azadiyê bîr anîn û got: “Em minetdarên keda heval Seyîd Evran in”.
Merasîma bîranînê bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Hêjayî pêzanînê ye ku nivîskar û rojnamegerê şoreşger Seyîd Evran di 22’ê Îlona 2023’an ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat orxirkirin.









