YRA merasîma salvegera duyemîn a şehadeta rojnamevan Seyid Evran li dar dixe

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA amadekariya lidarxistina salvegera duyemîn a şehadeta rojnamevan Seyid Evran dike.

0 30

Rojnamevan Seyid Evran ku yek ji stûn û damezrînerên ragihandina azad, kedkarê rastî û heqîqetê yê fedekar, jêderê îlhamê ji gelek xebatkarên ragihandinê û rojnamevanan re bû, di 22 Îlona 2023an de ji ber kirîza dil, şehîd dibe.

 

 

Ji bo zindîhiştina mîrata Seyid Evran û bilindhiştina xetîreya heqîqetê ku wî pêxistiye, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA wê roja Duşemê di 22 Îlona 2025an de, duyemîn salvebera şehdata parêzvanên heqîqetê Şehîd Seyid Evran li Baxçeya Xwendinê ya li bajarê Qamişlo li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye ku YRA gelek sazî, dezgehên ragihandinê, rojnamevan û kesayetên pê re jiyan kirine vexwandin merasîma bîranîna şehadeta Seyid Evran kiriye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.