Rojnamevan û Çalakvanê Mafên Mirovan Amer Matar Li Şamê Hate Girtin
Li gorî daxuyaniyek “Mûzexaneya Zindanên Sûriyê”, hikûmeta veguhêz a Şamê roja Çarşemê li ser sînorê Lubnan – Sûriyê, rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Amêr Matar ku rêvebir û damezrînerê mûzeyê ye, binçav kir.
Piştî çend roj di ser vekirina “Mûzexaneya Zindanên Sûriyê” re ku navenda wê li Mûzeya Neteweyî li Dîmeşqê ye, hikûmeta veguhêz Matar bin çav dike.
Daxuyaniya rêveberiya mûzeya ku ev projeya kêmdîtî yekem projeya ji vî rengî li welêt e, hewl dide bi rêya şahidan saxmane, belgeyên fermî yên derketine û teknîka dîtbarî ya bi awayê 3D, binpêkirinên dehansalan ên li zindanên Sûriyê belge bike, berpirsiyariya ewlehî û jiyana Matar avêt ser Wezareta Hundir a Şamê.
Daxuyaniyê girtina Matar weke “ne qanûnî” bi nav kir ku pêkanînên keyfî yên rejîma berê tîne bîra mirovan.
Aliyê xwe ve rojnamevanê Sûrî, hevrêvebirê Muzeyê, Amro Xêto ji alavên ragihandinê re got ku hevkarê wî Matar li ser dergeha sînorî ya Al Masna ya Lubnanê hate girtin.
Xêto diyar kir ku ew nizanin kîjan aliyê Matar girtiye û ew jî weke tîm, banga serbestberdana wî dikin ku divê di çarçoveya qanûnê de, weke rojnamevan bi rêya parêzerê wî nêzî wî bibin.