Medya: Îsraîlê Li Yemenê 26 Rojnamevan û Karmendên ragihandinê Kuştin

Li gorî hinek alavên ragihandinê, duh roja Înê, 26 rojnamevanên Yemenî di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser paytextê Sana de, ku keleha koma Husiyan e, hatin kuştin.

0 15

Balefirên şer ên Îsraîlê roja Çarşema derbasbûyî bi awayekî tund, gelek navendên li Yemenê, avahiya birêvebirina manewî ya di nav komek avahiyên rêveberiya leşkerî li nêzî meydana Altehrîr ya tije milet e, li navenda paytext Sana bombebaran kirin.

 

Li gorî hinek alavên ragihandinê; yek ji avahiyên hatine hedefgirtin avahiya rojnameya 26 Îlonê ku bi navê artêşê weşanê dike û rojnameya Al – Yemen e. Ev avahiya ku bi gelemperî tije rojnamevan e, bi çend mûşekên Îsraîl re bi erdê re bûye yek.

Leave A Reply

Your email address will not be published.