Kampanyay “Ishgal Company” Ya Hilberîna Medyayî Ya Amerîkî Serdana Navenda YRA

Du rojnamevanên Kampanyaya “Ishgal Company” ya hilberîna medyayî ya Amerîkî û wergervanê wan, duh danê nîvro, serdana navenda Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA kirin.
Duh danê nîvro, Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA; Evîn Îbrahîm û Idrîs Henan pêşwaziya du rojnamevanên Amrîkî yên bi navê (Lêndsî Sinêl û Korî Bob) ku xebatkarê Kampanyaya “Ishgal Company” ya hilberîna medyayî ya Amerîkî û wergervanê wan rojnamevan Bedirxan Ehmed kirin.
Di civînê de; hevpeyvînek bi dîmen bi Hevserokê yekîtiya Ragihandina Azad – YRA –drîs Henan re, di derbarê rewşa siyasî ya heyî li Sûriyê, pêşketin û geşedanên dawî, xeteriyên muhtemel û metirsiyên gelên Sûriyê de, hate kirin.
Di dawiya serdanê de, rojnamevanên Amerîkî (Lêndsî Sinêl û Korî Bob) xebatkarên Kampanyaya “Ishgal Company” ya hilberîna medyayî û wergervanê wan rojnamevan Bedirxan Ehmed spasiya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA kirin ku pêşwaziya wan kiriye. Ji aliyê xwe ve YRA jî spasiya wan kir û tekezî rola rojnamevanan a veguhestina heqîqetê kir.