YRA Li Hesekê û Qamişlo Beşdar Du Çalakiyên cuda Dibe

YRA roja Îna borî li Hesekê beşdar Rûniştina Diyalogê ya ku Toreya Aso ya Nûçeyan û Rêxistina Şar a geşekirinê birêxistin kirine û li Qamişlo tevlî merasîma bîranîna şehîdên ragihandina azad, Gulîstan Tara, Hêro Behadîn, Necmedîn Feysel Sînan û Argeş Serhed bû.
Li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, Şêwirmend û Berpirsê Boruya Têkîliyan Bunyad Cizîrî, Endamê Meclîsa Giştî yê YRA hevkar Stalîn Oso, beşdarî komxebata Rûniştina Diyalogê ku Toreya Aso ya Nûçeyan tevî Rêxistina Şar a geşkirinê li bajarê Hesekê birêxistin kirine bûn.
Di rûniştinê de, rêxistinên civaka sivîl û Hevseroka Şandeya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzdar Foza Yûsiv hatin cem hev.Di heman rojê danê êvarî de, Hevseroka YRA Evîn Îbrahîm û Berpirsê Boruya Têkîliyan li YRA Bunyad Cizîrî, li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo beşdarî merasîma bîranîna şehîdên ragihandina azad Gulîstan Tara, Hêro Behadîn, Necmedîn Feysel Sînan û Argeş Serhed bûn.

Di merasîmê de Hevseroka YRA Evîn Îbrahîn gotinek li ser navê YRA pêşkêş kir, şehîdên ragihandinê bi bîr anîn û tekezî li dilsoziya bi xeta şehîdan re kir.
Evîn Îbrahîn di gotara xwe de bal kişand ser rola pêşeng a avakirina civakeke azad û demokratîk ku jina rojnamevan pê radibe. Dîsa bibîr anî ku divê her kes li dijî xîtabên nefret, dijatî û sorkirinê ku vê dawiyê li Sûriyê zêde bûne, bisekine.




