Şandeyke Platforma Sûriya Pêşerojê û Desteya Çand Hûner Serdana Navenda YRA Dikin

0 9
Şande ji çalakvan û birêvebirê Platforma Sûriya Pêşerojê Kemal Bekûr, Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Hûner li Herêma Cizîrê Danîş Botan û berpirsa Boruya Jin a desteyê Zeyneb Hesen, pêk dihat.
Şandeya hevbeş ji aliyê hevserokên YRA; Idrîs Henan, Evîn Îbrahîm û şêwirmendê YRA Bunyad Cizîrî ve hate pêşwazîkirin.
Di serdana şandeya hevbeş de, rewşa ragihnadina Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybet û ya Sûriyê bi giştî hate nîqaşkirin, her wiha rola ragihandina azad di vê pêvajoyê de, bandora wê di deşîfrekirina komkujiyên desthilatdariyê û kiryarên li herêmên dîtir ên Sûriyê de rû didin, hatin vegotin.
Şandeya hevbeşa ji aliyê xwe ve rola Yekîtiya Ragihnadina Azad ji bo pêşxistina ragihandina demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhatiyên Sûriyê bike, baş û girîng nirxand.
Di dawiyê de şandeyê xwest ku ragihandina azad bibe dengê hemû gelên Sûriyê ta karibe ji êş û daxwazên wan re bibe eynika rastiyê.
Leave A Reply

Your email address will not be published.