ÇETEYÊN EL-NUSRA ÇALAKVANEKÎ RAGIHANDINÊ ÊŞKENCE KIRIN

0 5

Li bajarê Babê ya bakur-rojhilatê Sûriyê Çalakvanê ragihandinê Celal El-Tilawî ji aliyê koma çekdar a bi navê “Ehrar Oran” a girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ve rastî êşkenceyê hat.
Koma behsa mijarê di rê de El-Eilawî û malbata wî girtin û bi awayekî hovanê lê dan. Di herêmên di bin dagirkeriya Tirk û komên wê yên çete de bê aramî serwer bûye û gelek carin rojnamevan û xebatkarên sivîl têne revandin, an rastî êşkence û lêdanê tên.
Çalakvanê ragihandinê ragihandinê yê rastî êşkenceyê hat, bi peyamek bi dîmen ku weşand, diyar kir ku kesên êşkence li wî kirine, gef lê xwarinê ji ber ku li dijî siyasetên Fermandarê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colaniye.
Piştî bûyerê bi dehan çalakvan li ber Çerxeriya Senter a bajarê Bab kom bûn û êrişa li dijî çalakvanê ragihandinê Celal El-Tilawî bi tundî şermezar kirin. Çalakvanan her wiha xwestin hesab ji komên çekdar were xwestin.

NAVENDA ÇAVDÊRIYA MAFÊ MIROVAN A SÛRIYÊ

Leave A Reply

Your email address will not be published.