NY’YÎ ÊRIŞA LI DIJÎ EREBEYA JIN TV DI RAPORA XWE DE BELGE KIR

0 32

Komîteya Lêpirsîna Navdewletî ya Serbixwe ya Taybet bi Sûriyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya sala de êrişa bi balafirên bê mirova ya li dijî Ekîba Jin Tv belge kir.
Di raporê de gelek sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê hatiye belgekirin, di nav de êrişa li dijî Ekîba Jin tv jî hebû.
Di êrişa di 23’ê Tebaxa 2023’yan de pêk hat de xebatkarên kenalê Necmedîn Sînan canê xwe ji dest da û nûçegihana Kenalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bû. Piştî êrişê Rêxistina UNISCO’yê êriş şermezar kir û xwest sûcdar werin darizandin.
NY’yî di rapora xwe de got ku êrişên balafirên bê mirov li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî têne belgekirin.
Di heman demê de bibîr xist ku di 23’yê Tebaxê de rojnamevanek dema ji amadekirina raporekê vedigeriya li ser riya di navbera Qamişlo û Amûdê de bi balafirên bê mirov ên dewleta Tirk hate bombebarkirin. Di encamê de rojnamevan bi giranî birîndar bû û karmendekî li gel wê jiyana xwe ji dest da.
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Leave A Reply

Your email address will not be published.