YRA JI BO ROJA CÎHANÎ YA RADYO SEMÎNER LIDAR XIST

0 9

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 13 ê Sibatê Roja Cîhanê ya Radyo semînerek li bajarş Qamişlo lidar xist.
Semîner di bin diruşmeya êzgeh….Dengê şoreşa civakiye bi beşdarbuna dehan xebatkarên ragihandinê û li Bexçeyê Xwendinê ya li taxa Xerbî hate lidarxistin.
Di destpê de Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrî bi xêrhatina beşdaran kir. Paşê Nivskar Dilyar Butî li ser dîroka radyo u giringiya we di nava civake de axivî.
Di beşê duyemîn ê semînerê de jî Rewşenbîr Nergiz Ismaîl li ser Radyo di Şoreşa Rojava de axivîç
Di dawiya semnerê de Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevaniya Ereban Hesen Zaza Mîrxan Îmadî ji Radyoya Xabûr Sozdar Ehemed ji Sewit El-Heyat û Sebah Hemo ji Orkêş FM xelat kirin.
Xelat ji aliyî Cîgirê Serokatiya Yekîtiya Navdewletî ya Rojavaniya Ereba Hesen Zaza ve hatin dayîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.