RAPORA SALANE YA YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD A SÛRIYÊ – 2023

0 44

(SÛRIYÊ – QAMIŞLO – YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD)

DESTPÊK:

Aloziya Sûriyê ya di sala 2011’an de destpê kir, nêzî sala xwe ya 14’an dibe û hîn jî bi hemû hêza xwe dewam dike. Bandora wê ya xeternak li ser hemû gelê Sûriyê bê navber didome. Rojnamevanan  bi taybet jî rastî binpêkirin û hedefgirtinê tên û mafê xwe yê zêde ji van xeteriyan dibînin. Gelek caran ev bandor dighêje xizim û malbatên wan jî.

Di vê derbarê de her sal pêşketinên nû çêdibin, ji ber vê rewşa heyî fikarên rojnamevanan zêdetir dibin. Di pêkanîna karên xwe û şopandina bûyeran de xeterî li ser wan zêde û mezintir dibin. Bi destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ya di dosya Sûriyê de û bi zêdebûna bûyer û geşedanên li ser erdê, pêwîstî hîn zêdetir bi ragihandineke azad û bi hêztir çêbûye. Lê heta niha aliyên xaka Sûriyê kontrol kirine, rojnamevanan bê alî nabînin. Wan di nava aliyên siyasî yên dijber de hesab dikin û bi nerîna ( tu bi pênûsa xwe ne bi me re ye, wê demê tu li dijî me ye) tevdigerin.

Di encama wê zihniyeta bê rê şerê di xaka Sûriyê de pêş dixin, bi dehan rojnamevan rastî binpêkirinan hatin. Binpêkirin bi rê û rêbazên cûda li cih û herêmên cûda yên Sûriyê pêk tên.

Di sala 2023’yan de li Sûriyayê binpêkirinên li dijî rojnamevanan 20 rewş derbas kirin. Cih û rewşa wan li gorî binpêkirinan hatine guhertin. Ev binpêkirin di navbera kuştin, girtin, revandin, gefxwarin, destserkirin û astengiya kar têne guhertin. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)  tevî bê derfetî û imkanên kêm karîbû piraniya wan binpêkirinan bi riya endam û çavkaniyên xwe yên li ser tevahî xaka Sûriyê belin, belge bikin.

4 ROJNAMEVAN Û KARMENDEKÎ RAGIHANDINÊ HATIN KUŞTIN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di sala 2023’yan de kuştina 4 rojnamevanan û karmendekî ragihandinê ku li herêmên cûda yên Sûriyê pêk hat, belge kirin. Xaka Sûriyê di nava 4 aliyan de ((Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Hikûmeta Şamê, herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, herêmên di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam “Cebhet El-Nusra” bi piştgitriya dewleta Tirk a dagirker)) in.

YRA’yê di 10’ê Tebaxê de kuştina nûçegihanê Kenala Sema ya Ezmanî Fîras El-Ehmed El-Eqayla li parêzgeha Dera ya li Başûrê Sûriyê belge kir. El-Eqayla dema bi ferman û endamên Ewlhiya Leşkerî yên hikûmeta Şamê re bû, erebeya li ser bû hate teqandin. Hêzên Opozisyonê yên li Derayê xebatên xwe bi dizî li dijî hêzên hikûmeta Şamê didin meşandin, êriş girtin ser xwe.

Di 23’yê Tebqxê de erebeya ekîba JIN TV li ser riya Qamişlo-Amûdê bi balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk hate bombebaran kirin. Di encamê de Karmendê JIN TV Necmedîn Hecî Sînan jiyana xwe ji dest da û rojnamevan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû. YRA’yê ji bo belgekirina bûyerê bi Rêxistina Mafê mirovan a Cizîrê re KOMÎTEYA ŞOPANDINA RASTIYAN ava kir û mijar bi awayekî berfireh lêkolîn kir.

Di dawiya meha Cotmehê de çalakvanê ragihandinê Mihemed Osman ê di bombebarana hikûmeta Şamê li dijî bajarê Idlibê birîndar bibû, di encama birîndariya xwe de jiyana xwe ji dest da.

 

Di 10’ê Mijdarê de YRA’yê kuştina çalakvanê Ragihandinê Mehmûd El-Herbî El-Kefrî li bajarê Dera ya Başûrê Sûriyê belge kir. El-Kefrî ji aliyê çekdarên nenas ve bi guleyan hate kuştin.

Em carek din ve gerin bûyer duyemîn a hedefgirtina ekîba kenala JIN TV ku di encamê de rojnamevanan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû. Ev bûyer di dema tîma JIN TV ji bo şopandina rapoerkî li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandn, dewleta Tirk erebeya wan bi balafirên bê mirov bombebaran kir. Ev bûyer rastî ne razîbûn gelek aliyan û di serî de Komîteya Parastina Rojnamevanan, Nûçgihanên Sînornenas û her wekî din hat. Lê nerazîbûn di asta daxuyaniyên şermok de sînordar man.

Piştî Bûyerê YRA’yê Komîteya Şopandina Rastiyan ava kir. Di encamê de komîteyê mijar bi awayekî berfireh belge kir. Diyar bû dewleta Tirk bi zanebûn êriş pêk aniye. Tevî wê jî rêxistnên navdewletî û hiqûqî ji bo hesabxwestinê tu gav ne avêtin.

Bi van belgekirinan di dirêjahiya sala 2023’yan de 3 rojnamevan li herêmên Hikûmeta Şamê hatin kuştin, yek li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê û karmendekî ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bombebarana dewleta Tirk  jiyana xwe ji dest da.

 

5 ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Li Sûriyê rojnamevan jî wekî welatiyên sivîl ji girtin û zehmetiyên girtîgehan na filitin. Ji ber rojnamevan dibin dengê rastiyê û gendeliya desthildaran aşkere dikin, sûcên wan di şer de li dijî sivîlan belge dikin, rastî êrişan tên. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) karîbû girtina 4 rojnamevanan li seranserî herêmên Sûriyê belge bike.

Ji ber xeterî û mertirsiya heyî ji aliyê desthildaran ve, me nikarî cihên girtina wa belge bike, bi taybet ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine girtin.

YRA’yê girtina rojnamevan Riziq El-Ebê bi destê komên çekdar ên girêdayî Dewleta Tirk belge kir. Piştî girtinê bi deh rojan bi saya hin rojnamevan û çalakvanan hate zanîn ku hatiye girtin. Li gorî çavkaniyên agahî dan me, El-Ebê ji 10’ê Nîsanê ve tevî hevjîna xwe hate girtin û di meha Gulanê de hate hînbûn.

Di 7’ê Gulanê de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ya piştigiriya xwe ji Tirkiyê digre, li bajaroka Dêr Hesan a li bakurê Idlibê rojnamevan Ehmed Ebdilwehab bi tewana xelkê li dijî desthildariya wan sor dike, tevî hejmarek welatiyên sivîl girtin. Piştî demekê serbehst hatin berdan.

Di 8’ê Tebaxê de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) çalakvanê ragihandinê Yûsif El-Muezin ê ji gundewarê Şamê binçav kir. Binçavkirin li kampeke koçberan a li gundewarên Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûriyê pêk hat.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hin bûyerên sekinandina demkî û destserkirina alavên wan çêbû. Di wan bûyeran de yekser YRA’yê ket liv û tevgerê û pirsyara kir. Hêzên ewlekatiyê diyar dikin ku ew kes ne ji bo xebatên xwe yên ragihandinê hatine rawestandin. Lê belê sedemên girtinê ji ber binpêkirin qanûnî û ewlekarî bûn.

ROJNAMEVANÊN JI SÛRIYÊ LI DERVE RASTÎ BINPÊKIRINAN HATIN

Di dawiya meha cotmehê de hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê Rojnamevanê ji Sûriyê û Endamê YRA’yê Silêman Ehmed ku Edîtorê Beşê Erebî yê Ajansa Roj News dema di riya dergeha Sêmalka-Fîşxabûrê dixwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, hate girtin. Tevî gelek sazî û dezgehên herêmî û navdewletî ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxwaz kirin ku serbest were berdan. Lê heta amadekirina vê raporê hîn jî bi tewanberiyên ji rastiyê dûr, di girtîgehên Başûr de ye.

Di dawiya meha kanûnê de hikûmeta Tirkiyê cezayê 6 sal girtîgeh li rojnamevanên ji Sûriyayê ku Mudîrê Kenala “Orînet” Elai Ferhat û pêşkêşvanê heman kenalê Ehmed Rîhawî ku bernameya “Tefasîl” pêşkêş dikir, birî. Biryara dadgehê ji ber bernameya “Tefasîl” li ser binpêkirinê jendirmeyên dewleta Tirk li ser sînor li dijî koçberên Sûriyayî û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tanîn, pêk hat.

BINPÊKIRINÊN BI RÊBAZÊN DIN:

Hin rojnamevan li herêmên cûda yên Sûriyê rastî binpêkirinên bi rê û rêbazên din û cûda hatin.

Ji wan:

Rojnamevana Jin Lamara Erkendî ku ji malpera El-Erebiye Net re kar dike, ji ber nivîsa wê ya kiryarên dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê derheqê jinan li Idliba bakur-rojavayê Sûriyê, rastî gefxwarinê hat.

Ev gefxwarin ku giha asta gefa kuştinê di meha tebaxê de pêk hat. Gefxwarin bi awayekî rêxistinkirî ji aliyê artêşeke dijîtal ji aliyê alîgirên dewleta Tirk û çetyên wê ve hate birêxistinkirin.

Hikûmeta Şamê Rojnamevana jin Semahir Endûn ji kenala Perwedehiyê ya Sûriyê ji kar avêt. Dûrxistina ji karê kenalê tenê ji ber Semahir Endûn li ser malperên xwe yên dijîtal piştevaniya xwe bi tevgera gel a li Parêzgeha Siwêda ya Başûrê Sûriyê re anî ziman, pêk hat.

Di heman demê de dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê heta niha mal û milkên bi dehan rojnamevanên ji herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û her wekî din ku ji aliyê wan ve hatine desteserkirine, didome. Ew rojnamevan ku Silêman Ehmed jî yek ji wan e li herêmên din ên Sûriyê û derveyî welat neçarî koçberî û penaberiyê hatin kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin rojnamevan û kesên di saziyên ragihandinê de kar dikirin, ji kar dûr xistin, an jî bi awayekî demî ew rawestandin. Di encama lêkolîna dosyayên wan li gel aliyên ewlekarî û Gerinîndeya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê diyar kirin, ew kes ne ji ber karê xwe yê ragihadninê hatine sekinandin, lê belê wan yasa û mîsaqa rumetê ya rojnamevaniyê ya herêmê binpê kirine. Ji ber wê sedem girêdayî mijarên dadwerî û ewlekariyê hatin destnîşankirin.

 

BELAVBÛNA BINPÊKIRINAN:

 

 

Wekî diyar dibe, binpêkirin li ser tevahî xaka Sûriyayê lê bi rêjeyên cûda belave. Herêmên hikûmeta Şamê sala (2023) binpêkirinê li dijî rojnamevanan bi rêjeya 50% bû. Li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê de jî rewş ne bi gelekî cûdatir bû, rêjeya binpêkirin û sûcên li dijî rojnamevanan giha 40%, li herdû herêman jî rola jinên rojnamevan bi temamî hatibû dûrxistin. Desthildariyên herdû herêman qebûl nakin jin bi azadî cihê xwe di nav karê ragihandinê de bigire. Ev jî binpêkirinek zelal a derheqa jinên rojnamevan li wan herêman bû.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî zêdebûna hejmara rojnamevan û xebatkarên ragihandinê rêje giha 10% û bêyî tu bûyerên kuştinê li van herêman pêk were. Lê belê rojnamevan ji ber gef û êrişên dewleta Tirk ên bê navber li ser herêmên Rêveberiya Xweser rojnamevan bi tirs karê xwe didin meşandin. Bi taybet di demên dawî de rojnamevan bi awyekî yekser ji aliyê balafirên şer ên bê mirov ên dewleta Tirk hatin bombebarankirin. Bi taybet di demên dawî de bandorek mezin li karê ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

LI HIN HERÊMÊN SÛRIYÊ RAGIHANDINA PÎŞEYÎ WINDA YE

Di encama raporê de diyar dibe, li  hin herêmê Sûriyê ragihandina serbixe û pîşeyî winda ye. li herêmên din diyare pêşketinek di xebatên ragihandinê de diyar bû. Di dema li hin herêman dengên ragihandina azad têne girtin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek saziyên ragihndinê (Ajansên cîhanî, TV’iyên cîhanî, gelek sazî û dezgehên ragihandinê) bi nûçegihanên xwe xebatên pîşeyî dimeşînin. Di salê de zêdeyî 90 saziyên li herêmê bi ruxstên fermi ji Gerînindeya Raghinadinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikirin. Di van saziyan de zêdeyî hezar û 500 rojnamevan û karmendên ragihandinê kar dikin.

Di heman demê de rewş li herêmên hikûmeta Şamê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê de cûda ye. Rê nayê dayîn ji bilî saziyên nêzî desthildaran kar û xebatên xwe li wan herêman bidin meşandin.

Hêzên ewlekariyê destê xwe bi her awayî avêtine saziyên  ragihandinên heyî ku ew jî di xizmeta desthildaran de hatine erkdarkirin. Heta li wan herêman gihiştiye asta herî jêr di aliyên qanûnî, siyasî, mafdarî û aborî de.

Hikûmeta Şamê qanûnê li dijî mafê herî jêr ê rêgezên mafê mirovan ji bo xizmeta siyasetên xwe, piratîze kirin. Bi wan jî azadiya ramanê tê binpêkirin. Gihişt asta hin rojnamevan tenê ji ber peyamek li ser malperên xwe yên “Facbookê” tên dadgekirin.

HIKÛMETA ŞAMÊ BI QANÛNÊN XWE AZADIYA RAGIHANDINÊ KILÎT KIR

Hikûmeta Şamê di mijdara ji  de qanûna ragihandinê ya nû derxist. Îda dikir ku qanûn “li gorî serdemê ye û hêviyên dema nû pêk tîne” ev îdayên hikûmeta Şamê tevî gelek daxwaz hate kirin ku ew qanûn were rakirin, an jî were guhertin. Lê heta niha hîn jî lidare.

Di qanûna hikûmeta Şamê de biryarên hişk li dijî rojnamevanan hatine ferizkirin. Ji wan bi tu awayî nabe nêzî sembolê dewletê werin, wekî (serok, artêş, hêzên ewlekariyê, an jî madeyên nijatperestiyê sor dikin” di heman demê de çêkirina berhemên ku di naveroka wan de “Zirarê dighînin olên ezmanî, baweriyên olî, an yekîtiya Niştimanî” bi temamî hatine qedexekirin.

An jî berhemên “nijatperestiyê û sorkirina tundî û pêkanîna sûcan û terorê” wê pêşbixin, li gorî wan, bi temamî hatine qedexekirin.

Gelek rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên nêzî hikûmeta Şamê û yên dijberiya wê rêbaza nîqaşa qanûnên bi awayekî girtî, red kirin. Di heman demê de sê komîteyên ji bo amadekirina wê hatinûn erkdarkirin hatin rexnekirin. Komîte ji Wezîrê Ragihandinê, Wezîrê Turizmê û Wezîrê Vegihînê (Itîsalat) pêk dihat.

ENCAMÊN RAPORÊ:

Li gorî raporê di sala 2023’yan de hin aliyên desthildariya herêmên Sûriyê di destê wan de ye, hemû zagonên yasayî yên mafê mirovan ên navdewletî binpê kirine. Bi taybet jî azadiya ramanê ku di madeya 19’an a Mîsaqa Cîhanî ya Mafê Mirovan û madeya (2-19) ya Dema Navdewletî ya taybet bi mafê sivîl û siyasî binpêkirine.

Di heman demê de Yasa û zagonên navdewletî û mirovî û di serî de Bingeha 34 a qanûnan li gorî wê divê di herêmên şer û aloziyan de rêzgirtin ji rojnamevanan re wer girtin û dema li ser karê xwe bin û yekser cihê xwe di çalakiyên şer de negrin, gerek parastî bin.

PÊŞNIYAR:

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di dawiya rapora xwe de komek pêşniyarên dibe alîkariya rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê bikin, ku karibin rewşa heyî ya ragihandinê pêş bixin, destnîşan kirin. Di encamê de jî zehmetî û kelemên pêşiya xwe ji holê rakin.

-Divê hemû aliyên cihê xwe di şerê Sûriyayê de digrin hemû rojnamevanan û xebatkarên ragihadninê yên ji ber karê xwe bi zordarî hatine girtin, sebest berdin.

-Çarenûsa hemû xebatkarên ragihandinê ji wan jî rojnamevan Ferhad Hemo yê di 15’ê çileya sala 2014’an li ser riya Qamişlo-Til Koçer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin, were aşkerekirin. Rê ji hemû saziyên ragihandinê re were vekirin û li gorî nêzîkbûn û dûrbûna wan ji desthildaran destê xwe dirêjî xebatên ragihandinê nekin.

 

-Hemû “Yasayên Ewlekariyê” yên azdiya ramanê li tevahî xaknîgeriya Sûriyê binpê dike, ji holê werin rakirin.

-Hêza ragihandinê nekeve xizmeta hêzên deshildar û binpêkirinê wan neyên rewakirin, her wiha rastî neyên berûvajîkirin.

– Madeya 19’an a Ragihandina Cîhanî ya Mafê mirovan a dibêje “Mafê her kesekî ye raman heye, ev maf dide kes nerînên xwe  wekî nûçe, nerîn, vegirtin û weşandina wê bê destwerdana tu kesî li cihê ew dixwaze pêk bîne, ev jî bêyî sînordarkirina wê di sînor û xaknîgariyekê de.

Di dawiya rapora xwe de jî em bibîr dixin ku ji destpêka aloziya Sûriyayê ya di sala 2011’an destpêkiriye û heta niha ji ber şer û aloziya li welat 763 rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê canê xwe ji dest dane.  Bi dehan jî hatine binçav kirin, lê zêde bike hejmarek ne kêm jî hatin revandin û hatin windakirin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA)

24-01-2024

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.