JI BO ÇAPEMENIYÊ Û RAYA GIŞTÎ

0 37

126 sal beriya niha an ku di 22’ê Nîsana 1898’an de Miqdat Mîthad Bedirxan yekem rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” li paytexta Misirê Qahîreyê çap kir. Bi derketina Kurdistanê re, zemîna gavên destpêkê yên çapemeniya kurdî geş bû. Raste Rojnameya Kurdistan ji ber destwerdana dijminên kurdan dewam nekir.

Lê gelê kurd li çar aliyên welat ew gav wekî zemîna bingehîn esas girtin û xebatên çapemeniyê pêş xistin. Li çar aliyên welat sazî û dezgehên ragihandinê yên niviskî, guhbarî û paşê dîdbarî jî hatin weşandin. Dijiminên gelê kurd bi her rê û rêbazan xwestin dengê çapameniya kurdan rawestîn in.

Tevgera Azadiyê di salên xwe yên destpêkê de jî pêşxistina ragihandina azad wekî bingeha  pêşxistina tekoşîna azadiyê esas girtin. Li ser bingeha wê jî bi dehan saziyên ragihandinê ku ji Rojnameya Serxwebûn destpê kir, hatin pêşxistin. Li parçeyên din ên Kurdistanê partî û tevgerên kurdan li ser şopa Rojnameya Kurdistan dest bi xebatên çapemeniyê kirin.

Ev gavavêtin bi pêşketina teknîkê re hîn zêdetir ket meriyetê, heta gihişt asta pêşxistina ragihandina dîdbarî  û vebûna televizyonênê ezmanî ya bi zimanê kurdî ku MED tv gava wê ya destpê bû. Gelê kurd bi ragihandina xwe karîbûn bendekî xurt ê parastina ji îda û êrişên şerê Taybet ku ji aliyê dagirkerkerên Kurdistanê ve dihate meşandin, sax bikin.

Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên wê baş xuya dike. Heger îro em xwedî xweserî û artêş in, Heger îro di herêmê de sîstema biratiya gelan tevî hemû êriş û planan serdikeve, ew bi saya tekoşîna xebatên ragihandina azad in. Di serî de jî hevalên me yên di oxira heqîqetê de canê xwe feda kirin. Bi saya wan me karîbû bibin xwedî zemîneke xurt a tekoşîna azadiyê.

Heger îro li herêmên me zêdeyî sed saziyên ragihandinê yên derve û hindir hatine ruxsetkirin, ew bi saya tekoşîna wan şehîdan e. Ji lewma bi vê boneyê em di serî de em di şexsê şehîdên ragihandinê de, hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.

Bi vê boneyê jî gerek hemû hemû hevalên me yên rojnamevan di kîjan saziyê de bixebite bela bibe, li ser hêvî û oxira wan bibe dengê demokrasiya civakî û li ser wî esasî tekoşîna xwe pêk bînin.

 

Em di wê baweriyê de ne wê 22’ê vê Nîsanê jî bibe gaveke din a ber bi pêşxistina ragihandina pîşeyî ku karibe layîqî destkeftiyên gelê me yê fedekar bin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

22/04/2024

Leave A Reply

Your email address will not be published.