KOMÎTEYA PARASTINA ROJNAMEVANAN JI HIKÛMETA BAŞÛR XWESER SILÊMAN EHMED SERBEST BERDE

0 5

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed daxuyanî da û ji Başûrê Kurdistanê xwest ku rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bike û bê şert û merc wî serest berde.
Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 9 rojin windaye.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) duh daxuyaniyek di derbarê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de belav kir û ragihand ku divê rayedarên Başûrê Kurdistanê demil dest cihê Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bikin û bê şert û merc wî serbest berdin. CPJ’yê her wiha da zanîn kku berpirsek PDK’ê yê li sînorê Dihokê nexwest sedemên revandin û windabûna Silêman Ehmed eşkere bike.
Di daxuyaniya CPJ’ê de wiha hate gotin: “Rojnamevan Silêman Ehmed ku Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê ye û hemwelatiyê Sûriyeyê ye, ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve li deriyê Pêşxabûr hate revandin û windakirin.”
Kordînatorê Bernameya Komîteya Parastina Rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Şerîf Mensûr, dubare kir ku divê rayedarên Herêmê demildest cihê Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bikin û bê şert û merc azad bikin û wiha got: “Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan berdewam bi her cûre gef û êrişan re rû bi rû bimînin, ji binçavkirinên ne yasayî heta êşkence û êrişên fîzîkî. Divê rayedarên Herêmê rê bidin rojnamevanan karê rojnamevaniyê bi awayekî azad û bê tirs bikin.”
CPJ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku gelek dosyayên binçavkirin, girtin û êrişên li ser rojnamevanan li Herêma Kurdistanê bi belgeyan hatine qeydkirin.
Di dawiya daxuyaniya CPJ’ê de hate destnîşankirin ku ji bo wergirtina agahiyên derbarê Rojnamevan Silêman Ehmed de, peywendî li gel Berpirsê Liqa Yek ya PDK’ê Elî Ewnî ku desthilata Dihokê destdaye û Rêveberê Asayîşa Dihokê Zêrevan Beroşkî çêkirine, lê bi ti awayekî bersiv nehatiye dayîn. Heman demê de Berdevkê Asayîşa Dihok û Hewlêrê Aştî Mecîd jî bi heman gotinên di facebook’ê de belavkirî ji CPJ re ragihandiye.

Leave A Reply

Your email address will not be published.