DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ:

0 8

Bi boneya 2’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna dawîkirina bêcezakirina Sûcên li Dijî Rojnamegeran, em vê daxuyaniyê bi vê munasebetê radigihînin û ji hemû rêxistinên ku bi warê mafên mirovan û parastina mafên rojnamegeran re eleqedar in, dixwazin têbikoşin ku hesab ji sûcdaran were pirsîn ji bo tawanên li dijî rojnamevanan li hemû welatên cîhanê bi giştî û bi taybetî Sûriye.

Wekî ku her kes dizane, hemû rojnamevanên li çaraliyê cîhanê, her roj, jiyana xwe dixe xeterê da ku rastiya tiştên ku diqewimin ji raya giştî re vebêjin, binpêkirinan ronî bikin.

Ji ber vê yekê ji bo demokrasiya zindî û azadiya vê jiyanê pêwîstî bi çapemeniyeke azad ku hesab ji her kesî bixwaze heta ku serok û rêveber bin jî, heye. Em destnîşan dikin ku dema azadiya çapemeniyê winda bibe yan jî di bin zextê de be, demokrasî, azadî û mafên gelan wê di bin tehdîdê de bin û bi tevahî ji holê rabin.

Li gelek welatên cîhanê hikûmet ji bo bêdengkirina rojnamevanan bi gef, çewisandin, şîdeta fizîkî, îşkence, girtin, windakirina bi zorê û carna jî bi kuştinê re serî li tedbîrên tund didin. Xebatkarên ragihandina azzad li her derê û herî zêde bêedaletî û hedefgirtinê re rû bi rû dimînin û desthildar her dem bi kuştin, girtin, an jî bi gefxwarinê dengên wan rawestîn in.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi dehan rojnamevan rastî êrîşên rasterast û nerasterast ji aliyê çend aliyan ve hatin, ku yekem ji wan DAIŞ bû û ya dawî jî dagirkeriya Tirkiyê bû. Her dixwazin pênûsê bêdeng bike û hemû rojnamevanan bêdeng bike û carcaran gefan li jiyana wan dixwe û carinan jî bi rêya bombekirina rasterast wan qetil dikin.

Mînakên vê yekê jî şehîdbûna rojnamevan Îsam Ebdullah ku yek ji endamê me yê rojnamevan û di Ajansa Hawarê de kar dike, di sala 2022an de, dema ku di dema karê xwe yê rojnamevanî de rasterast ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve hatibû armanckirin.

Yên din jî li bajarên Serêkaniyê, Girêspî, Kobanî, Efrîn û bajarê Qamişlo, rasterast an nerasterast hatin armanckirin, di nav de destdanîna ser mal û milkên rojanemvannan jî heye. Zexta li ser malbatên wan, tehdîdkirin û bi darê zorê sirgûnkirina wan jî tê kirin. Herî zêde jî li ev li herêmên dagirkirî yên Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê pêk tê. Herî dawî jî du meh berê erbeye kendala JIN tv dema ji bo karê rojnamevaniyê li ser riya di navbera Qamişlo û Amûdê li ser riya sivîl bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encamê de karmendkî JIN TV jiyana xwe ji dest da û rojnamevanek bi giranî birîndar bû.
piştî hedefgirtinê, ji bo eşkerekirina rastiya êrişê YRA’yê Komîteya Şopandina Rastiyan ava kir û bi belge mijarê lêkolîn dike. Di demek nêzîk de jî wê encamên lêkolînê bi raporek berfireh bi raya giştî re were aşkerekirin.

Li aliyê din jî beriya 9 rojan rojnamevanê Sûriyê Silêman Ehmed bi tometên pûç û dûr ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dema derbasî Başûrê Kurdistanê bû, hate revandin û heta niha çarenûsa wî nayê zanîn.

Mixabin, ev hemû tawanên li dijî rojnamevanan li Sûriyê, herêma Bakur-Rojhilatê wê û hemû welatên cîhanê bêceza dimînin. Ji ber wê divê tavilê saziyên eleqedar erka xwe pêk bînin û ji bo hesabxwestinê û rakirina bê hesabiya sûcên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin.

Di encama van hedefgirtina rasterast û nerasterast a li ser rojnamegeran, em hemû tacîz û tundiya li dijî wan di vê rojê de bi tundî şermezar dikin. bi taybetî li herêmên ku nakokî û şer lê hene, zûtirîn dem.

Yekîtiya Ragihandina Azad

2-11-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.