LI TIRKIYEYÊ ROJNAMEGERÊN LI DIJÎ QANÛNA KU JI ALIYÊ DESTHILATDARIYÊ VE HATIYE DANÎN XWEPÊŞANDANEK LIDARXISTIN

0 4

Duhh bi dehan rojnamevan û nûnerên opozîsyonê li Tirkiyê bi armanca şermezarkirina girtina rojnamevanan û qanûnên vê yekê rewa dik, li ber Dadgeha Destûra Bingehîn xwepêşandanek li dar xistin. Rojnmevanan li dijî qanûna sînordarkirina azadiya ragihandinê nerazî bûn.

Tevî nerazîbûnên berfireh ên li dijî biryarê, Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê îtîraza li dijî qanûna nû ya medyayê red kir. Li gorî qanûna navborî belavkirina agahiyên “xapandin” wekî sûcekî ye û heta 3 salan cezayê girtîgehê tê birîn.

Şirovekar texmîn dikin ku di van du deh salên borî de nêzîkî 90% ji medyaya Tirkiyê ketiye bin kontrola hukûmetê û hevalbendên wê yên bazirganî.

Di rêzekirina Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya ku ji aliyê Rojnamegerên Bê Sînor ve hatiye amadekirin de Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 165’an de ye.

AFP

Leave A Reply

Your email address will not be published.