YRA’yê xwest Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan

0 9

Yekîtiya  Ragihandina Azad (YRA) derarê girtina hikûmeta herêm Fedral a Başûrê Kurdistanê girtina endamê xwe û edîtorê beşê erebî yê Roj News ê Silêman Ehmed daxuyanî da û doza serbestberdana wî da.

Ddaxuyanî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna dehan rojnamevan  li ber navenda Çand  û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi zimanên kurdî û erebî hate xwendin.

DAXUYANÎ WIHA YE:

Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)  û Edîtorê beşê Erebî ya Ajansa ROJ NEWS Silêman Ehmed, bi destpêka şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li cihê lê ji dayîk bûye Efrînê dest bi xebatên ragihandinê kir û wekî sedan ciwanên herêmê bi pênûs û kamîreya xwe dengê şoêreş bi raya giştî re ragihîn.

Piştî di sala 2018’an de Kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, malbata Silêman Ehemed jî wekî sedhezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin û bi zora çekên herî pêşketî yên NATO’yê ji warê xwe hatin derxistin.

Malbata Silêman Ehmed bi hêviya vegera Efrînê li herêma Şehba ya girêdayî di kampên koçberêyê de bi cih bûn. Ji ber şert û mercên  jiyanê yên zehmet Silêman Ehmed wekî dehan ciwanên Rojava yên di saziyên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê dixebitin, derbasî xebatên ajansa Roj Newsê ku navenda wê li Silêmaniyê ye bû.

Ev çend sal in bi belgeyên fermî li Başûrê Kurdistanê dimîne û xebata xwe didomîne. Bi heman belgeyan jî demek berê ji bo serdana malatê di deriyê Sêmalka (Fîşxabûr) re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Di roja 25’ê Cotmehê de û dema Silêman Ehmed xwest di heman riya tê re derbasî Rojava bû vegere ser kar xwê yê li Başûrê Kurdistanê, agahiya malbat û hevalên wî jê qut bû. Piştî çend rojan hate zanîn ku ji aliyê desthiladariya Hewlêr ve hatiye girtin. Heta 6 rojan jî bi tu awayî agahî jê ne dihat girtin. Herî dawî û piştî zext ji aliyê hevalên wî û sazî û dezgehên ragihandinê çêbû, rayedarên PDK’ê bi îdayên li diijî nirxên kurdayetiyê gotin ku Ehmed li gel wan  girtiye.

Di serî de Hikûmeta Başûrê ji rewşa Silêman berpirsyare  ji ber girtina silêman li derveyî derveyî hemû pîvan û yasayên mafê mirovan û xalên wê yên derbarê parastina rojnamevanan de ye.

Em Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) girtina endamê xwe ku niha edîtorê Roj news e Silêman Ehemd ji aliyê desthilata Hewlêrê bi tundî şermezar dikin û ji warê Şoreşê Qamişlo piştevaniya xwe bi Silêman re nîşan didin di heman demê de dengê xwe tevî dengê hevalên wî yên Roj news li Başûrê Kurdistanê dikin. Em dizanin ku Rojnamevanên Başûr û hevalên Silêman di van kêliyan de li Silêmaniyê ji bo heman mijarê daxuyaniyê didin. Em jî ji vir wan silav dikin û bi her awayî dengê xwe tevlî dengê wan, dikin.

Di heman demê de bang li rojnamevanên Başûrê Kurdistanê, sazî û dezgehên parastina mafê rojnaemvanan û di serî de Yekîtiya Rojnamevnan a Navdewletî, Rojnamevanên Sînornenas û Komîteya Parastina Rojnamevanan û hemû sazî û dezgehên navdewletî yên di rêza wan de dikin ku ji bo serbestberdana Silêman Ehmed erka xwe pêk bînin.

Di heman demê de ji hikûmeta Hewlêr daxwaz dikin zext û zora ser rojnamevanan û binpêkirinên li dijî rojnamevanan dikin rawestandin û di zûtirîn dem de Silêman Ehmed serbest berde.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

31/10/2023

QAMIŞLO

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.