DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ

0 10

Ji destpêka şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên kurd erka rêveberiya şoreşê girt ser milê xwe û bû mînaka tekoşîn û berxwedanê ji bo azadiya xwe û hemû civakan. Bi serkêşiya jinan ji şoreşê re  pêngaveke nû bû ku hemû hêzên desthildara serdestiya mêr tirsand.

Jinan di qadên siyasî, civakî û leşkerî de kar kirin û bi tekoşîna xwe bendek mezin li dijî zulim û koletiya ji ber sîstema heyî de hatiye pêşxistin. Jina kurd di heman demê de cihê xwe di xebatên ragihandinê de girt û roleke wê ya serke di pênasekirina şoreşê û veguhestina wê bi raya giştî ya herêmê û cîhanê re çêbû. Wê bi hêz û zanebûna xwe destkeftiyên şoreşê di asta cîhanê de parve kir û her di derxistina rastiyan de di hemû şert û mercên êriş, zehmetî û rewşa herêm tê re derbas dibe, derxiste pêş.

Îro salvegera 9 ’an a roja rojnamevaniya jina kurd e. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) vê rojê li hemû rojnamevanên jin û karmendên ragihandinê yên di asta her çar aliyên Kurdistanê de pîroz dike. Bi taybet jî ew jinên ji bo derxistina rastiya tekoşîna azadiya jinan ji Gurbet Elîersoz a di vê oxirê de canê xwe feda kir û îro ji hemû jinên karmendên ragihadina azad li tevahî Kurdistanê bûye mînak û heta hemû jinên îro di riya wan de tekoşîna ji bo azadiya jinan dimeşînin. Em careke din jî hemû şehîdên jin ên ragihandina azad û hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin.

Bi vê boneyê jî careke din em êrişên bê navber ên li dijî herêmê û bi taybet ên li dijî xebatkarên ragihandinê li çar aliyên welat rastî wê tên şermezar dikin. Bi taybet jî êrişa dawî ya li dijî ekîba JIN TV û zext û zordariya li dijî jinên rojnamevanan ên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku bi armanca girtina denê wan têne kirin, bi tundî şermezar dikin.

 

YEKTIYA RAGIHANDINA AZAD

07/10/2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.