Li Amedê polîsan destûr nedan ji bo Evran şîn bê danîn

0 12

Polîsên dewleta Tirk destûr nedan ku ji bo rojnamevan Seyîd Evran li Amedê şîn bê danîn.

Rojnamevan Seyîd Evran 22’ê Îlonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.

Malbata Evran xwest li Mala Şînê ya Navendî ya li navçeya Hênê ya Amedê ji bo 3 rojan şînê dîne.

Lê belê emniyetê rahişt mifteya mala şînê û destûr neda malbatê ku şînê dîne.

Li ser vê yekê malbatê li ber mala xwe ya li taxê şîn danî û serdanan qebûl dike.

 

ANF

Leave A Reply

Your email address will not be published.