DI ŞERÊ ISRAÎL Û HEMASÊ DE HEJMARA ROJNAMEVANÊN HATINE KUŞTIN 18 NE

0 3

Li Filistîn û Lubnanê di encama bombebarana Îsraîlê de hejmara kuştiyên rojnamegeran derket 18’an.
Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Gazayê de 16 rojnamevan hatine kuştin, 2 rojnamevan jî winda bûne û nêzîkî 50 navend û navendên saziyên ragihandinê jî hatine wêrankirin.
Li Lubnanê, Îsam Ebdullah, nûçegihanê wêneyan ku ji Reutersê re dixebitî, û endamekî ekîba medyayê jî hatin kuştin, û rojnamevanên din ên rêxistinên din ên medyayê, di nav de Agence France-Presse, birîndar bûn.
Bi van amaran hejmara rojnamevanên ku li Filistîn û Lubnanê jiyana xwe ji dest dane gihişte nêzîkî 18 kesan û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Leave A Reply

Your email address will not be published.