YRA’YÊ JI BO ŞEHADETA ROJNAMEVAN Û NIVÎSKAR SEYÎD EVRAN DAXUYANÎ DA

0 4

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji ber şehadeta Rojnamevan Seyîd Evran li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo daxuyanî da.
Daxuyanî bi beşdarbûna dehan rojnamevanên herêmê ji aliyê Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî ve hate xwendin.


Daxuyanî wiha ye:

Stuneke din a Çapemeniya Azad a Kurdistanê ber bi bêdawîbûnê ve bar kir. Me rêhevalê xwe yê rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22’yê Îlona 2023’yan de winda kir. Hevalê me ku ev demek dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, li nexweşxaneya dihat dermankirin, şehîd bû.
Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawiyê bû. Li ser vê rêya bi rûmet û giranbûha bû rêwiyekî çalak yê bêwestan. Azwerî, xebata ji bo ronîkirina civakan û biryardariya wî ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên derketine pêşiya wî ji holê rakirin. Bi sekin, liv û tevger û pênûsa xwe, di rûpelên çapemeniya azad de cihekî bêhempa girtiye.
Rêhevalê me Seyîd hema bêje hemû jiyana xwe xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe. Bi meşa xwe ya şev û rojan gelek merheleyên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan.
Hevalê Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Çameniya Azad bû. Li çar aliyên Kurdistanê bi pênusa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji hemû cîhanê re ragihand.
Seyîd Evran bi navê xwe yê rast Seyîd Mehmûd Evran sala 1969’an li navçeya Hênê ya Amedê çavên xwe li jiyanê vedike. Di nava malbateke ji kevneşopiya serhildana Şêx Seîd de mezin dibe.
Di salên ciwantî û xwendekariyê de têkoşîna azadiyê nas dike û di nava refên wê de cihê xwe digire. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwîne, yek ji pêşengên Çapemeniya Azad û Şoreşger Gurbetelli Ersoz ku wê jî li heman zanîngehê dixwend, nas dike. Bi vê naskirinê re dibe şagirtek Gurbetelli Ersoz û ezmunek girîng digire.
Heval Seyîd bi vê xwestek û heyecanê sala 1990’î li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Dîroka bi êş a welat berpirsyariyeke mezin dide ser milên wî, lewma ew jî bi vê zanebûnê tevdigere û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên çapemeniyê dike.
Di salên herî dijwar ên ku li Bakurê Kurdistanê êrişên li ser gelê Kurd zêde dibûn, gund dihatin şewitandin, rojnamevan di nava kolanan de dihatin kuştin, dîsa bi hezaran kesayetên pêşeng dihatin girtin û kuştin de, rêheval Seyîd li gel hevalên xwe bêyî dudilî xebatan dimeşînin û rastiyê ji cîhanê re radigihînin. Di vê rêya dijwar de çend caran ji aliyê dagirkeran ve tê binçavkirin û girtin.
Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û ofisên wê yên Enqere û Amedê 3’ê Kanûna 1994’an di heman şevê de hatin bombekirin, rêheval Seyîd jî li navenda giştî ya rojnameyê wekî Berpirsyarê Karên Nivîsê erk dimeşîne. Di wê êrîşê de heval Seyîd jî li gel 23 hevalên xwe birîndar dibe.
Di demeke ku mirov ditirsiyan rojanmeyê bixwînin de ew bêyî dudilî vê xebatê dimeşîne. Di oxira eşqa heqîqet û azadiyê de gelek caran bi mirinê re rû bi rû dimîne.
Di çarçoveya erka xwe ya naskirin û ragihandina rastiya welatê xwe de, piştî demekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi pênûsa xwe heqîqata têkoşîna azadiyê vedibêje. Li ser şopa pêşengên xwe yên weke Gurbetelli Ersoz li çiyayên azad bi salan jiyan û têkoşîna gerîla lêkolîn kir û ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand. Di vê çarçoveyê de li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî de jî bi dehan nivîsan dinivîsine û tevkariyek girîng dide arşîva çapemeniya azad. Rêwîtiya xwe ya di vê rê de jî, bi navê “Rêwitiyek Ber Bi Qeraxa Jiyanê ve (Hayatın Kıyısına Yolculuk)” dike pirtûk.
Rêheval Seyîd ne tenê li Kurdistan û çiyayên wê, li gelek welatên ku Kurd lê dijîn jî, erka ragihandinê dimeşîne. Li welatên berê yên Sovyetê, Ermenistan û Rusyayê li ser rewşa civaka Kurd ya li wan herêman û kesayetên navdar lêkolînan dike. Lê bi wê yekê jî qayil nabe, li her erdnîgariyek Kurdistanê ku liv û tevgerek şoreşgerî hebe, berê xwe dide wir.
Dema sala 2012’an li Rojava pêla şoreşê bilind dibe, rêheval Seyîd jî berê xwê dide vê xakê. Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de rolek sereke dilîze. Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya şoreşê. Vê berpirsyariya xwe ya serxistina şoreşê, rol û girîngiya çapemeniyê heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî bi serketî dimeşîne.
Hevalê Seyîd Evran ji sala 2020’an ve bi pirsgirêkên tenduristiyê têkoşîn dikir. Du caran krîza dil derbas kir, lewma neçar ma ku çend caran emeliyat bibe. Tevi pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bênavber xebatên xwe meşandin û ji coş û morala xwe tiştek winda nekir.
Herî dawiyê nexweşiya wî dîsa serî hilda û zor li bedena wî kir, lewma ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê Îlonê dilê wî sekinî û ji nava me bar kir.
Hevalê Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike. Ji şopdarên riya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye. Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)

Leave A Reply

Your email address will not be published.