YRA’YÊ BI RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN RE KOMÎTEYEKE ŞOPANDINA RASTIYAN AVA KIR

0 9

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a li Sûriyê bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê biryar da ku komîteyeke taybet a şopandina rastiyan ava bike. Ev komîteye wê hedefgirtina rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn bike.
Komîte wê bi serokatiya Rojnamevanê Misrî Ehmed El-Amîd ku Mamosteyê perwedekirina rojnamevaniya leşkerî û pspporê ewlekarî û leşkerî ye birêve biçe. Di komîteyê de rojnamevan, hiqûqnas û çalakvanên mafê mirovan ên ji Sûriyê û Misrê beşdar bûne.
Ev komîte dê bi amadekirina raporteke berfireh li ser hedefgirtina erebeya kenala JIN TV ku di dawiya meha Tebaxê de di encama êrişa balafirke bê mirov a dewleta Tirk de pêk hat, dest bi karê xwe bike. Tê payîn rêxistin û kesên pspor ji Sûriyê û derveyî welat jî beşdarî komîteyê bibin û piştgiriya bi alav û şopandinê alîkariyên xwe pêşkêş bikin.
Di heman demê de wê ev komîte hemû sûc û hedefgirtina rojnaemvanan û azadiya çapemeniyê lêkolîn bike. Wiha jî dê bibe alaveke hîn bi hêztir a belgekirina sûcên li dijî rojnamevanan û ji bo pêşxistina hesab xwestinê û çalekiyek li dijî filitandina sûcdaran a ji cezayê be. Di heman demê de wê di nava salê de li pey sûcdaran be û daxwaz bike daxwaznameya girtina wan were derxistin. Armanc ew e mafê şehîdên ragihandinê were standin û sînorek ji sûcên bi vî rengî re were danîn.
Lêkolîna êrişa li dijî ekîba JIN TV bi armanca aşkerekirina detayên êrişê û wê daxuyaniyek bi hemû detayên bûyerê were weşandin. Bi taybet ji were xuyakirin ev êriş bi zanebûn bi giştî li dijî rojnamevanan e, an bi taybet êrişek li dijî karmendên JIN TV ye, yan êrişek bi armanca tirsandina xelkên li ser xeta sînorê di navbera Tirkiyê-Sûriyê de ye.
Di heman demê de wê komîte ji bo diyarkirina çeka di êrişê de hate bikar anîn – Cûreyê balafira bê mirov, cûreya çeka hate bikaranîn, di heman demê de aliyên yekser ji êrişê berpirsyar û kesên destê wan di fermana vê sûcê de heye, diyar bikin. Ev wê bi rapor werin belgekirin û wê encamên wê ji sazî û dezgehên mafê mirovan û rêxistinên din ên navdewletî yên girêdayî azadiya ramanê û mafê mirovan diparêzin re werin şandin. Da ku kirinên qanûnî yên pêwîst li dijî kesên sûcdar an kesên rê dan ev sûcê pêk were, werin girtin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bang li hemû alî û welatiyan dike ku kesên agahiyên wan li ser bûyerê hene, an tiştek dikare di diyarkirina sûcdaran de heye, an beşdar an ên êriş teşwîqkirine hene bi me re parve bikin.
Em wekî YRA’yê bi dilxweşî pêşwaziya hemû peyamên kes, sazî û rêxistinên dikarin di şopandin û aşkerekirina bûyerê de sûdê di belgekirina bûyeran bikin, dikin. Di heman demê de em soz didin ku kes û saziyên ji me re bibin çavkanî wekî şahidên bûyerê, çavkanî û kesên di rêza wan de ku bi me re bikevin têkilê dê veşartî bimînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad li Sûriyê, eke yekitiyeke rojnamevanî serbixwe kar dike û xwe ji hemû aliyên siyasî yên nakok li Sûriyê dûr dixe, hewl dide rojnamevanan li Sûriyê û li hemû herêmên wê biparêze û berevaniyê ji wan re bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.