YRA’YÊ LI QAMIŞLO FORUMEKE DIYALOGÊ LI DAR XIST

0 23

 

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca nirxandin û nîqaşkirina xeteriya li ser rojnamevanan û danasîna rola dewleta Tirk di hedefgirtina rojnamevanan de, li bajarê Qamişlo, forumeke diyalogê bi beşdarbûna dehan rojnamevanên herêmê li dar xist.
Di formê de gelek mijar û xalên balkêş ên rojnamevanî li bakurê rojhilatê Sûriyê hatin gotûbêj kirin û ya herî girîng ji wan lêgerîna mekanîzmekê ye ji bo parastina rojnamevanan bi berfirehî nîqaş nirxandin. Bi taybet jî êrişên dewleta Tirk ên berdewam ku li dijî rojnamevanan û xebatên çapemeniyê têne kirin.
Gotûbêja diyalogê bi beşdariya hejmarek ji rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, axaftinên beşdaran li xalên balkêş ên rojnamevanan berdewam kir. Forumê bi xwendina raporekê li ser armanckirina rojnamevanan li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve di çar salên borî de, ku hejmara rojnamevanên ku di wan êrişan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, hate belgekirin.
Di nava nîqaşan de tirsandin û desteserkirina mal û milkên rojanemvanan ku ji aliyê dewleta Tirk û çekdarên bi ser wê ve jî hatin bîranîn. Her wiha di forumê de behsa agahiyên şaş ên medyayî yên hin aliyên dijminên herêmê hatin kirin, û li ser dîtina mekanîzmayek ji bo parastina rojnamevanan ji êrîşên Tirkiyê hat gotûbêjkirin, nemaze ku rêyek li nêzîkî sînorên wê heye ku bajarên bakurê rojhilat bi hev ve girêdide, û ew jî yek ku ev êrîş gelek caran li ser wan pêk tên.
Beşdaran li ser rola rêxistin û federasyonên navdewletî di helwesta wan de li ser van armancan û lêgerîna rêyekê ji bo danûstandinê bi wan re ji bo parastina rojnamevanan li bakurê rojhilatê Sûriyê axivîn. Hin rojnamevanan jî li ser van hemû xalan nêrînên xwe pêşkêş kirin û di nava forûmê de hatin nîqaşkirin da ku ji van xalan sûd werbigirin û di dema bê de li ber çavan bên girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Ragihandina Azad beriya çend rojan komîteyeke lêkolîna rastiyan bi hevkariya rojnamevanên Misrî û bi şopandina serokatiya yekîtiyê û Komîteya Mafên Mirovan li herêma Cizîrê ji bo lêkolîn û eşkerekirina rastiyan ava kir.
Komîte wê wekî bûyera yekem êrişa li dijî erebeye ekîba JIN TV ya li ser riya Qamişlo û Amûdê pêk hat, lêkolîn bike.

Yekîtiya Ragihandina Azad

Leave A Reply

Your email address will not be published.