ÎRAN MALPEREKE NÛÇEYAN JI BER WEŞANDINA RAPORÊN REXNEYÎ GIRT
Rayedarên Îranê êrîşî rojnamegeran bê navber didomîne. Medyaya Îranê ragihand ku desthilatdaran duh Duşemê bi hinceta “binpêkirina qanûna çapemeniyê û biryarên Encumena Asayişa Netewî” biryara girtina malpera nûçeyan a reformxwazan “Extab” da.
Intekxab di vê raporta vîdyoyî de, rexne li siyaseta derve ya hikûmeta niha ya kevneperest a Îranê, û balkşandin ser wê ber bi Rojhilat û bi taybetî Rûsiya girt.
Dezgehên ragihandinê li ser zimanê Komîteya Kontrolkirina Çapemeniyê daxwaz ji medyayên Îranê kir ku “pêdiviya balkişandinê û parastina berjewendiyên neteweyî bi taybetî di warê dîplomasî û prensîbên siyaseta derve ya welat, aramî û bilindkirina hêvî û hevsengiya civakî de hebe”.
Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Kontrolkirina Çapemeniyê li Îranê ji dadwer, Wezîrê Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî, nûnerê meclisê, rêveberê rojnameyê, mamostayê meclîsên olî û endamê Konseya Bilind a Şoreşa Çandî pêk tê.