UNESCO’YÊ ÊRIŞA LI DIJÎ EKÎBA JIN TV ŞERMEZAR KIR

0 0

Neteweyên Yekbûyî êrîşa Tirkiyê ya li ser rojnamevanan ku li gundewarên Qamişlo şermezar kir.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) êrîşa Erebeya rojnamevanên ku di JIN TV de dixebitin şermezar kir.
Di 23’ê Tebaxê de balafireke bêmirov a artêşa Tirk siyareyek kenala JIN TV bombebaran kir û di encamê de xebatkarê kanalê Necmedîn Feysel Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û rojnamevana bi navê Delîl Ekîd jî birîndar bû.
Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay jî di daxuyaniyekê de “kuştina Nec-dîn Feysel El-Hac Sînan” şermezar kir. Rêxistinê bang li rayedarên Tirk kir ku li gorî biryara hejmar 2222 ya Konseya Ewlekariyê ewlehiya rojnamevan û kesên bi wan re têkildar in di rewşên şerê çekdarî de misoger bikin.
Azoulay xwest der barê êrîş û hedefgirtinê de lêpirsîn bê vekirin û berpirsyar bên darizandin. Di dawiya daxuyaniyê de Azoulay destnîşan kir ku UNESCO ji bo pêşxistina ewlehiya rojnamevanan bi rêya hişyarkirina cîhanî, bihêzkirina kapasîteyê û hevahengiya cîbicîkirina Plana Çalakiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Ewlehiya Rojnamegeran dixebite.

Leave A Reply

Your email address will not be published.