KOMÎTEYA PARASTINA ROJNAMEVANAN LI SER HEDEFGIRTINA TÎMA JIN TV …..

0 15

Komîteya Parstina Rojnamvanan ku navenda wê New York a Amerîka ye li ser hedefgirtina tîma JIN tv ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk got ku wan ji Tirkiyê xwestiye lêpirsînê derbarê mijarê de vekin.
Roja çarşem (23’yê Tebaxê) balafirên bê mirov a bi çek a dewleta Tirk erebeye JIN TV bombebaran kir. Di encamê de Karmendê Kenalê Necim El-Dîn Fêsel Hecî Sînan şehîd bû û nûçegihana Kenalê Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.
Komîteya Parastina Rojnamevanan derbarê mijarê de daxuyaniyek parve kir û got gerek Tirkiyê yekser lêpirsînê derbarê mijarê de veke. Di heman demê de komîteyê daxwaz kir, êrişkar werin cezakirin.
Kordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqiya di Komîteya Parastina Rojnamevanan li paytexta Amerîka Waşonton Şerîf Mensûr di nava raporê de li ser mijarê wiha got: Em ji êrişa bi êş a bi balafirên bê mirov derbarê kuştina ajokar Nejimdîn Fêsel û Rojnamevan Delîla Egîd a dema li Bakurê Rojhilatê Sûriyê li ser karê xwe bû, xemgîn in.”
Di heman raporê de Komîteya Parastina Rojnamevanan da zanîn wan nameyek bi Imel ji Buroya Serokatiya Tirkiyê re şandine da derbarê mijarê de agahî bidin, lê Buroya Serokatiyê ya Tirkiyê bersiv ne daye, di heman demê de Komîteya Parastina Rojnamevanan nikarîbû xwe bighîne Wezareta Parastinê ya Tirkiyê û tu agahî ji wan jî ne girtiye, di heman demê tu nerîn derbarê êrîşê de ne daye.

Driver killed, journalist severely injured by suspected Turkish drone strike in Syria

Leave A Reply

Your email address will not be published.