DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ

0 194

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha bê navber di nava hewldanan de ye siyasetên xwe yên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî herêmê bisepîne. Ji bo wê jî piştgiriya hemû komên çete yên wekî DAIŞ, El-Nusra û bi dehên komên din ên wekî wan dike.
Xebatkarên Ragihandinê ji destpêka şoreşê û heta niha ji bo eşkerekirina plan û siyasetên dewleta Tirk û aliyên din ên dijber bê navber di nava liv û tevgerê de ne. Ji ber wê jî dewleta Tirk pir zêde ji kamîre û pênûsên ragihandina azad ditirse. Lewar êrişî xebatkarên ragihandinê dike.
Îro 23’yê Tebaxa 2023’an jî li ser riya Qamişlo û Amûdê erebeyeke Jin Tv ku bi armanca amadekirina nûçeyan ji navenda xwe derketibû ji aliyê balafira bê mirov a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encamê de ajokarê erebeyekê şehîd bû û nûçegihana JIN TV birîndar bû.
Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê hevalên me yên Rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdela dema kêliyên hovîtiya li dijî sivîlan belge dikirin, bi êrişên balafirên dewleta Tirk şehîd bûne. Hejmarek ne kêm rojnamevan jî birîndar bûne.
Dewleta Tirk bi van kirin û sûcên xwe hemû peyman û yasayên navdewletî yên Mafê Mirovan li ber çavên hemû cîhanê binpê dikin. Mixabin Koalîsyona Navdewletî, Rûsiya, Neteweyên Yekbûyî û hemû sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de Yekîtiya Rojamevanan a Navdewletî, Rêxistina Nûçeghanên Sînornenas bi bê dengî li van kirin temaşe dikin.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku ji belgekirina sûc û kirinên li dijî rojnamevan û xebatkarên ragihandinê berpirsiyar e, di serî de sersaxiyê ji malbata şehîdê JIN TV re dixwaze û şifaya xêrê ji nûçegihana wan re hêvî dike. Hedefgirtina dewleta Tirk a ekîbên ragihandinê bi tundî şermezar dike.
Di heman demê de em ji sazî û dezgehên mafê mirovan û di serî de yên ji parastina rojnamevanan berpirsyar in daxwaz dike erka xwe ya wijdanî pêk bînin û li beranberî hedefgirtina dewleta Tirk ji rojnamevan û sivîlên herêmê re bê deng nemînin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
23-08-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.