IFJ’YÊ DERBARÊ ÊRIŞA LI DIJÎ EREBEYE JIN TV DAXUYANÎ DA

0 41

Yekîtiya Rojnamevanan a Navdewletî (IFJ) derabrê êrişa li dijî Erebeya JIN TV bi balafira bê mirov a Dewleta Tirk ku roja çarşema derbasbûyî li ser Riya Qamişlo-Amûdê pêk hat, daxuyanî da.
Roja 23’ê Tebaxê balafirek bê mirov a dewleta Tirk li ser riya Qamişlo-Amûdê erebeye Ekîba Jin tv dema ji bo amadekirina raporekê bombebaran kir. Di encamê de karmendê Kenalê Necmedîn Fêsel Hecî Sînan şehîd bû nûçegihana Jin tv Delîla Egîd bi giranî birîndar bû.

سوريا: مقتل سائق وإصابة صحفي بجروح خطيرة في هجوم مزعوم لمسيرة تركية – الاتحاد الدولي للصحفيين (ifj-arabic.org)

Yekîtiya Rojnamevanan a Navdewletî derbarê mijarê de wiha got: “Ev cara duyemîne ku dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê tewanbarkirin. Di kanûna sala derbasbûyî de jî rojnamevanek bi êrişeke ezmanî li gundewarên Hesekê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ji dest da, di encamê de Îsam Ebdela jiyana xwe ji dest da.
Sekreterê Giştî yê IFJ’yê Antoine Bellanger derbarê mijarê wiha got: “Em derbarê wefata karmendê Ragihandinê Fêsel Hecî Sînan dema erka xwe pêk tanî gelekî xemgînin, di heman demê de em hêviya şifaya xêrê ji hevala xwe Delîla Egîd re dixwazin.”

Antoine Bellanger di berdewama axaftina xwe de bi navê Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan daxwaz kir lêpirsînek serbixwe derbarê êrişê de were kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê sûcên li dijî rojnamevanan têne kirin, bê ceza derbas nebin. Pêwîstiyek mezin di asta navdewletî de ji bo misogerkirina parastina rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê, heye.”
Antoine Bellanger her wiha da zanîn ku ew wekî Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan hemleyeke dane destpêkirin ku peymanek nû li ser asta navdewletî û Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina ewlekariya rojnamevanan were derxistin.”
Li gorî axaftinên Sekreterê Giştî yê IFJ’yê ku navenda wê Nyo Yorke ji dewleta Tirk daxwaz kirine ku di zûtirîn dem de lêpirsînê derbarê êrişa dawî ya li dijî erbeya Jin Tv pêk hat vebikin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

Leave A Reply

Your email address will not be published.