YRA’YÊ LI DIJÎ GEFXWARINA LI DIJÎ ENDAMEKE XWE YA JIN DAXUYANÎ DA

0 10

Yekîtiya Ragihadnina Azad (YRA) bi armanca şeremzarkirina gefxwarina li dijî rojnamevan û Endama Yekîtiyê Lamara Erkendî ku ji aliyê çeteyan ve tê kirin, daxuyanî da. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan xebatkarên ragihandinê li çerxeriya Neîm a Reqayê hate, ji aliyê Endamê Meclîsa Giştî ya YRA’yê Hisên Osman ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di jiyanê de azadiya ramanê û jiyana bi rumet yek ji hêmanên bingehîn ên mafê mirovan e. Ev di hemû peyman û zagonên navdewletî de jî hatine destnîşankirin. Azadiya ramanê mafekî rewa yên mirovane û her kes dikare pêk bîne. Aşkerekirina rastiyan û veguhestina wê ji gel re li gorî berpirsyariyan a bi hemû rê û rêbazan de, çi nivîskî û çi devkî be heger sûda wê ji bo kesan û koman hebe û mafê wan diparêze, pêkane.
Di hemû demên dîrokê de gelek dewlet û komên terorist ev maf binpêkirine û siyasetên xwe bi kuştin û tundiyê li ser mirovan feriz kirine, derketine. Li dijî aşkerekirina rastiyan bûne asteng û kesên wan rastiyan aşkere dikin, ji aliyê wan ve têne hedefgirtin. Çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên din ên wekî wan ku piştgiriya xwe ji deweleta Tirk digirin mirov dane koçberkirin û jin wekî kole li Sûkên koletiyê yên li Reqa,Idlib û li bajarên din ên Sûriyê firotin û hemû yasa û zagonên navdewletî û mirovî binpêkirine.
Ji ber erka ragihandinê bi hemû saziyên xwe ve aşkerekirina rastiyane, her wiha derxistina kirinên dermovî yên li dijî mafê mirovan û parvekirina wan bi raya giştî re, ragihand ji wan komên terorist re dewletên serdest re bûne kabûsek, ji ber wê jî tu carî gav paş de ne avêtine xebatkarên ragihandinê bi zextkirinê bitirsînin û wan binçav bikin. Dîrok jî şahidê gelek bûyerên bi vî rengî bû ye.
Tişta li Reqaya ji DAIŞ’ê hate rizgaririn rastiya wan koman aşkere kiriye. Bi taybet piştî saziyên ragihandinê li ser zimanê qurbaniyên sûcên dijmirovî û zulima li dijî jinan hate kirin, beşekî biçûk ji gelek sûcên ne hatine belgekirine, derxistine. Saziyên ragihandinê bi belgeyan li ser zarê hin jinên di bazarên koletiyê de hatin firotin wê rastiyê baş aşkere kirine.
Di vê derbarê de rapora Endama Yekîtiya Ragihandina Azad Rojnamevan Lamar Erkendî ku li ser Erebiye Net bi sernavê El-Nusra Di dewleta xwe ya Idlibê navhevî tine û girtîgehên Koletiya jinan. Di raporê de behsa sûka koletiya jinan li Idlibê hatiye kirin, rapor çavkaniya xwe dispêre jinên ji aliyê wan çeteyan ve hatine firotin. Di raporê de her wiha behsa binpêkirin û sûcên komên çete ên li dijî şêniyên herêmê têne kirin û li dijî hemû yasa û zagonên navdewletî dike.
Piştî rapor li ser malperên civakî belav bû, hemleyek ragihandina dijber ji aliyê saziyên ragihandinê û xebatkarên ragihandinê yên bi kirê berdevkiyê ji dewleta TIrk û komên wê yên çete re dike. Hewldan rastiyên di raporê de hatine aşkerekirin berûvajî bikin, di heman demê de gefa kuştinê li hevala me Lamara kirin.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad ku armanca me diyarkirina rastiyan ji gelê herêmê re ye, dubar piştgiriya xwe bi ên rastiyan aşkere dikin û diweşîn re nîşan didin. Di heman demê de em gefxwarina li dijî xebatkarên ragihadinê şermezar dikin.
Di heman demê de em piştgiriya hevala xwe Lamara Erkendî dikin û ji hemû sazî û dezgehên çapemeniyê, Yekîtî, rêxistinên navdewletî yên mafê mirovan û bi taybet ên ji parastina rojnamevanan berpirsyarin û di serî de Yekîtiya Rojnamevanan a Navdewletî û Rêxistina Nûçegihandinê Sînornenas û yekîtiyên rojnamevanan ên ereban û cîhanê dikin ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê wan di vê derbarê de, pêk bînin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.