YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD ÊDÎ ENDAMÊ YEKÎTIYA NAVDEWLETÎ YA RAGIHANDINA EREBÎ YE

0 123

Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî ku navenda wê Birîtaniya ya û hejmarek sendîka û yekîtiyên raghandinê yên welatên ereban û rojhilata Navîn û Efrîqya cihê xwe tê de digirin, bi awayekî fermî endametiya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a nava Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî ragihand.
Erêkirina endametiya YRA’yê piştî xebatên zêdeyî 2 mehan a xebatan pêk hat. Niha jî daxwaznema hate erêkirin û bi vî awayî YRA’yê cihê xwe di endametiya Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî de girt. Ev ji bo YRA’yê gavek din a ber bi naskirina navdewletî ye.
Serokê Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî Nasir El-Selemonî ji malpera Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî re ragihand ku Yekîtiya Ragihandina Azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kar dike, bi awayekî fermî bû endamê yekîtiya wan. Her wiha da zanîn ku Protokola tevlîbûna YRA’yê amade bûye û wê di nava çend rojên pêş de were piratîzekirin.
El-Selemonî, da zanîn ku êdî wê endamên YRA’yê bibin endamên Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî û hemû bawername ji YRA’yê derkevin wê li kêleka muhra YRA’yê bi muhra Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî were muhkirin.
Li aliyê din jî El-Selemonî destnîşan kir ku Endamê Desteya Rêveber a YRA’yê Rojnamevan Hesen Zaza wekî nûnerê Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî li Sûriyê hatiye erkdarkirin.


Sazî û yekîtiyên cihên xwe di nava Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî de digirtin ev in:
Sendîqaya Rojnamevanên Kiwêtê, Saziya Rojnamevanên Lîbiya, Saziya Rojnamevan û Rewşenbîran li Iraqê, Yekîtiya Rewşenbîrên Ereban, Sendîqaya Rojnamevanan Dadmenî ya Morîtaniya, Yekîtiya Rojnamevan û Ragihandina Cezaiyîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.