JI BO RAYA GIŞTÎ:

0 30

Roja 15’ê Gulanê di dîroka gelê kurd de watedar û pir giringe. Di sala 1932’an de rojeke wekî îro Mîr Celadet Alî Bedirxan li paytexta Sûriyayê Şamê dest bi çapkirina Kovara Hawarê kir. Piştî çend hejmaran Hawar cara yekem bi tîpên latînî hate weşandin. Tevî dijminên gelê kurd bi salane bi her hêza xwe siyasetên asmîlasyon û tunekirinê li ser zimanê Kurdî didin meşandin, em dibînin îro tova bi Hawarê destpê kiribû, li seranserî Kurdistanê mezin û geş dibe. Êdî bi zimanê kurdî perwede ji asta seretayî û heta zanîngeha hatiye pêşxistin.
Bi pêşketina zimanê kurdî re, ragihandina bi zimanê Kurdî jî ber bi ronahî û pêşveçûnê ve herikî. Her çendî rojnameya Kurdistan di sala 1898’an de hate çapkirin. Lê bi Hewarê re gavên mezin ber bi pêşxistina ragihandina kurdî ve hatin avêtin. Şagirtinê şehîdê Ragihandina Azad APÊ Mûsa Enter li seranberî Kurdistanê û derveyî welat ragihandinek mezin a bi kurdî avakirine û pêşxistine.
Bi sedan kovar, rojname, malper, Tv, Radyo û her wekî din bi zimanê kurdî weşanê dikin. Ev saziyên behsa mijarê ji pêşxistina zimanê kurdî wêdetir jî li dijî siyasetên asmîlasyon û pişavtinê bûne mertalekî herî bi hêz a pûçkirina planên dijmian.
Me wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) xwest bi vê boneyê Cejna Zimanê kurdî di şexsên şehîdên Ziman û Ragihandina Azad de hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr bînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li hemû malbatên şehîdan, hemû rojnamevan û xebatkarên stûna ragihandina bi zimanê kurdî bi hêz kirine û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. Di heman demê de hêvî dikin rojên pêş gavên hîn mestir di warê zimanê kurdî û ragihandina bi kurdî de bêne avêtin.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
QAMIŞLO 15-05-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.