RÛSIYA DEMA GIRTINA ROJNAMEVANÊ AMERÎKÎ DIRÊJ KIR

0 4

Hikûmeta Rûsiya girtina rojnamevanê Amerîkî Îvan Xêrşkofîtiş ê di rojnameya Wel Strît Jornal de kar dike û ji meha adarê ve girtiye, dirêj kir.
Ajansa Nûçeyan a Rûsiya derbarê mijarê de li ser zimanê dadgehê diyar kir girtina rojnamevanê Amerîkî Îvan ê bi tewana sîxurtiyê pêk hatiye, heta meha Tebaxê hate dirêjkirin.
Rojnamevan Îvan Xêraşkofîtiş, malbata wî, rojnameya tê de kar dike û rayedarên Amarîka tewanbariya wî bi sîxurtiyê red dike. Tê gotin heger sûc lê isbat bû, dê heta 20 salan di girtîgehê de bimîne.
Îvan berê li paytexta Rûsiya di ajansa nûçeyan Frans Pres de kar dike û ew yekem rojnamevanê biyanî yê li Rûsiya bi tewana sîxurtiyê tê girtin.
Hêjaye bibîrxistinê girtina wî di encama aloziya dîplomasî ya di navbera Amerîka û Rûsiya de ya piştî şerê Ûkraniya pêk hatiye.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.