LI ÛKRANIYA ROJNAMEVAN DIN HATE KUŞTIN

0 5

Li nêzî Tşasîf Yar a rojhilatê Ûkraniya rojnamevan Arman Soldîn (32) ê di ajansa Frans Pres de kar dikir, di encama topbaranê de hate kuştin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Ajansa Frans Press derbarê mijarê de got hemû ajansa wan ji ber kuştina Arman xemgîn in û destnîşan kir kuştina wî metirsîn û xeteriyên di şerê Ûkraniya ya li ser rojnamevanan tîna bîra her kesî.

Rojnamevan Arman Soldîn hemwelatiyê Fransaye û bi ekîbek rojnamevaniyê ya Frans Press û bi destpêka şerê Ûkraniya re derbasî Ûkraniya bibû.
Li gorî rêxistina Nûçegihanên Sînornenas û Komîteya Prastina Rojnamevanan bi kuştina Arman re hejmara rojnamevanên ji destpêka êrişa Rûsiya ya li dijî Ûkraniya hatine kuştin bû 11.

Leave A Reply

Your email address will not be published.