JI ÇAPEMENIYÊ Û REAYA GIŞTÎ RE

0 15

Dewleta Tirk di warê azadiya ragihandinê de di rêzên dawî de ye. Ev di dema desthildariya Erdogan de hîn zêdetir bû ye. Niha û di dema hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ku tê payîn di meha gulanê de werin lidar xistin, nêzîk bûye dewleta Tirk binpêkirinên xwe zêdetir dike. Duh desthilata Tirkiyê li 21 bajaran bi ser dehan mal û kargehan de girt. Di encamê de Rojnameger jî di nav de hunermend, siyasetmedar û parêzer herî kêm 126 kes binçavkirin. Beriya niha jî dewleta Tirk bi dehan saziyên ragihandina azad girtine û bi dehan rojnamevan binçav kirine. Hîn jî hejmarek rojnamevan ji ber bûne dengê heqîqetê, di girtîgehan de ne.

Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di serî de girtina rojnamevanan û hemû girtinên derqanûnî, şermezar dikin û piştevaniya xwe bi girtiyan û malbatên wan re nîşan didin. Di heman demê de banga li saziyên navdewletî yên ji bo parastina rojnamevanan û mafê mirovan kar dikin dikin, erka xwe pêk bînin.
Ji bo sebestberdana xebatkarên ragihandinê û hemû girtiyan helwesta xwe nîşan bidin. Di heman demê de zextê li desthilata Tirkiyê bikin rê ji saziyên ragihandinê vekirin bi azadî erka xwe pêk bînin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
26-04-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.